Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin

img
AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bang li PDK û Mesûd Barzanî kir ku li dijî şer helwesta xwe nîşan bidin û got: “Pêwîste li dijî projeya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê helwesta neteweyî bê nîşandan.” 
 
Êriş û bombebarana dijwar a Tirkiyeyê ya li dijî deverên başûrê Kurdistanê berdewam dike. Gelê devera Amediyê êrişên Tirkiyeyê wek “dagirkeriyê” pênase dike û bang li mala Barzanî tê kirin ku dest ji “xiyanetê” berdin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyûrek geşedanên li Herêma Kurdistanê nirxand û banga helwestnîşandana li dijî êrişan kir. 
 
‘ŞERÊ TOPYEKÛN TÊ XUYAKIRIN’
 
Çîftyûrek diyar kir ku rayedarên Komara Tirkiyeyê çend roj berê gotine “Em li herêmê aştiyeke topyekûn dixwazin” lê ji Rojava heta Herêma Kurdistaê li dijî “gelê kurd” şerekî topyekûn hatiye destpêkirin. Çîftyûrek diyar kir ku li dijî destkeftiyên gelê kurd û statûya wan a li du parçeyan êriş tên kirin û got: “Zêdeyî 100 sal in siyaseta şer ne li bakurê Kurdistanê û ne jî li parçeyên din çareserî pêk neaniye. Careke din diyar dibe ku ev ne çareserî ye.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek
 
‘BÊYÎ KURDAN AŞTÎ NE PÊKAN E’ 
 
Çîftyûrek anî ziman ku aştiya li herêmê tenê bi rêzgirtina ji destkeftiyên gelê kurdistanê re pêkan e û wiha got: "Bêyî kurdan aştî li herêmê pêk nayê." Çîftyûrek destnîşan kir ku rayedarên tirk li aliyekî ji bo Filistînê banga aştiyê dikin lê ji bo Kurdistanê jî banga şer dikin û wiha axivî: “Bi Esad re biaxivin, bi Iraq û Herêma Kurdistanê re biaxivin, lê li şûna siyaseta şer, siyaseta aştiyê û deste aştiyê dirêjî kurdan bikin. Ya duyemîn jî, li Herêma Kurdistanê şerekî pir zelal diqewime. Dewlet bi hemû hêza xwe ya leşkerî, bejahî û hewayî vî şerî didomîne. Em vî şerî bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku demildest ev şer bi dawî bibe. Ev yek wê tu feydeyê nede gelê tirk û 
Kurd.”
 
ÇÎFTYÛREK BANG LI PDK’Ê KIR: HELWESTÊ NÎŞAN BIDE  
 
Çîftyûrek da zanîn ku encamên hevdîtinên rayedarên tirk ên di meha nîsanê de li Bexda û Hewlêrê pêk anîn, weke kûrbûna şer nîşan da û destnîşan kir ku divê mirov bi gotina hikûmeta Iraqê ya ku dibêje “Em bi awayê rêbazî û şiklî li dijî vê yekê” nexap e. Çîftyûrek wiha got: “Hikûmeta Iraqê bi rastî jî piştgiriyê dide vê yekê. Ya sereke di vir de helwesta PDK’ê ye. Tê dîtin ku PDK li hemberî vê polîtîkaya şer a dewletê rasterast ne xwedî helwestek e, berovajî vê yekê bi dewleta tirk re hevkariyê dike. Mixabin ev rastiya me ya tûj û tahl e. Em tu carî vê rast nabînin. Banga me ji PDK û birêz Mesûd Barzanî re ev e;  Di 4 perçeyan de her dem xwedî helwestek rêzdar e. Her tim li dijî rijandina xwîna navxweyî ya kurdan derket, em carek din bang li wî dikin ku li dijî şer derkeve. Em bang li PDK’ê û bi taybet Mesûd Barzanî dikin ku li dijî dewleta tirk û siyaseta şer helwesteke zelal nîşan bidin. Divê li ber projeya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê rabe û helwesta xwe nîşan bide.” 
 
‘DIVÊ YNK JÎ DENGÊ XWE DERXE’
 
Çîftyûrek bang li YNK’ê jî kir û got: “Divê YNK li gorî hesabên siyasî yên navxweyî tevnegere, divê bêdengiya xwe xera bike û li dijî vî şerî helwestê nîşan bide. Divê YNK bang li Tirkiyeyê bike ku ji xaka Herêma Kurdistanê derkeve û helwesta xwe li dijî Tirkiyeyê nîşan bide.” 
 
MA/ Mujdat Can