Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin

img
ENQERE -  Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jidil bin û wiha got: “Divê mirov ji tecrubeyên berê derse bigirin û hin tiştên nû bibêjin.”
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe ku berdewam dike li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar dixe.
 
ROJEVA ‘ÇETEYA YENÎDOGAN’ 
 
Dogan, bal kişand ser “Çeteya Yenîdogan” ku bûye sedemê mirina pitikan û wiha got: “Hema bêje em behsa rêze cînayetan dikin. Tiştên li raya giştî belavbûne xeternak in, peyva xeternak tê ra vê nake.” Dogan, tabloya ku derketiye holê weke ‘wêneyê rizînê şirove kir. Dogan, destnîşan kir ku divê Wezareta Tenduristiyê têkildarî îdiayên lêpirsîna heyî bersivê bide. Dogan diyar kir ku pêwîst e mijarên ku bi awayekî cidî nêzî lêpirsînê nabin, girîngiyeke têrker jê re nehatiye dayîn û bi baldarî nayê birêvebirin bê ronîkirin.
 
‘ÇARESERÎ BI NÊZÎKATIYEKE DÎROKÎ PÊKAN E’ 
 
Dogan, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyeke mayînde bi salan e têdikoşin. Dogan, bal kişand ser silava Bahçelî di 1’ê cotmehê de di sala qanûnçêkirinê ya nû de daye parlamenterên wan û destnîşan kir ku rojeva çareseriya pirsgirêka kurd bi geşedanên di 1’ê cotmehê de nehatina rojeva partiya wan. Dogan, destnîşan kir ku çareseriya mijara heyî demekî dirêj e di rojeva partiya wan de ye û wiha got: “Di 1’ê cotmehê de çi bû? Hin nîqaşan piştî silavdayîna li Meclisê dest pê kirin. Heke mirov rast bi nav bike divê bibêje nîqaş. Em vê careke din bibêjin; pirsgirêka kurd pirsgirêka herî mezin û bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ne tenê ya Tirkiyeyê pirsgirêkeke herêmî û navnetewî ye. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêkeke bingehîn û dîrokî bi nêzîkatiyeke dîrokî û kûr pêkan e.”
 
‘DIVÊ JI TECRUBEYAN DERSÊ BIGIRIN’ 
 
Dogan, wiha berdewam kir: “Niyeta baş û resen ji bo çareseriyê gelekî girîng e lê ne bes in. Nêzîkatiyeke jidil, kûr û dirokî hewce ye. Divê mirov têkildarî çareseriya demokratîk ji tecrubeyên berê derse bigirin û hin tiştên nû bibêjin. Heke çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêk neyê, ne aboriya Tirkiyeyê baş dibe ne jî demokrasî tê welat. Ne jî di warê demokratîkbûyînê de pêşketinek dikare pêk were. Çima? Ji ber ku bû welatekî xizan. Tirkiye welatekî ku potansiyela wê ya dewlemendiyê gelekî zêde ye.”
 
'EM WEK PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ PÊNASE NAKIN’ 
 
Dogan destnîşan kir ku ji bo pêvajo vegeuhere çareseriyê çi ji destê wan were ew amade ne û got: “Em partiyek ku her tim ji qenalên muzakere û diyalogê re vekirî ne. Em ji bo vê hene. Me viya her tim got û em ê bêjin jî. Di nav Tifaqa Cumhur de dengên cuda derdikevin. Hin kes qala çareseriyê dikin hin kes jî tiliya xwe ji me re dihejînin. Em viya jî li cihî dinivisînin. Ka em nizanin ku desthilatdarî çima wisa dike. Her tişt li ber çavê raya giştî ceryan dike û geşedanek ji bilî vê tune ye, em wek DEM Partiyê berpiriyar in viya ji we re eşkere bikin. Em jî dişopînin û di nav xwe de dinirxînin û Hevserokên me yên giştî mijarê û geşedanan dişopînin nêrîn û ramanên xwe bi we re parve dikin. Heke em dîsa destnîşan bikin, di qonaxa em gihîştinê de em vê rewşê wek pêvajoya çareseriyê pênase nakin, em dibêjin hin nîqaş tên kirin.”
 
'EŞKERE NAAXIVIN’
 
Dogan anî ziman ku ew di warê çarserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek navnîşan nîşan didin û lewma wan viya kiriye hedefa xwe û got: “Yên ku nîqaşê dane destpêkirin têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd eşkere naaxivin û tu nexşerêyê bi raya giştî re parve nakin.” 
 
‘EM JI BO BERPIRSIYARIYÊ BIGIRIN AMADE NE’ 
 
Dogan axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku çareseriya pirsgirêka kurd pirsgirêkeke piralî ye, tenê bi DEM Partiyê re ne pêkan e, lê her çend em ne tenê mijara çareseriya pirsgirêka kurd bin jî mijara herî aktîf em in. Em amade ne ku di vê mijarê de berpirsiyarî û înîsiyatîfê bigirin ser milê xwe. Lê belê em amade ne ku ji nîqaşan wêdetir biçin. Ji ber ku aliyên nakok hene û em vê yekê bi bîr tînin, em cesareta çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî rast radigihînin. Di pirsgirêkeke ku gelek aktor hene, hûn nikarin ji holê rakirina aktoran û hewldana ji bo afirandina aktoran ji bo xwe çareser bikin, ne tenê ji bo pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê, ji bo gelek pirsgirêkên li cîhanê, bi taybetî jî ji bo geşedanên dawîn. Birêz Ocalan tenê ne li Kurdistan û Tirkiyeyê aktoreke sereke ye, li Rojhilata Navîn jî kesekî xwedî raman e.
 
RÊYAN VEKIN BILA RAYA GIŞTÎ JÎ BIBIHÎZE 
 
Bi mehan, bi salan e em li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyanî didin. Em çalakî û daxuyaniyan organîze dikin. Çima binpêkirina mafên mirovan li ber çavên me pêk tê? Tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye, ji kê re bê kirin jî nayê qebûlkirin û divê li dijî vê bê derketin. Li ser birêz Ocalan û hevalên wî bi tecrîd heye û agahî ji wan nayê girtin. Nikarin dengê xwe bigihînin cîhana derve. Nikarin ji ti mafan sûd werbigirin. Destûr nayê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike, destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, mafê xwe yê telefonê bikar nayîne, bi rêya nameyan nikare bi hev re biaxivin, em nizanin çi diqewime. Em dikarin biçin girtîgehên din, lê der barê Girtîgeha Girava Îmraliyê de tu bersiv nayê dayîn. Hemû derî girtî ne, lê Serokê MHPê birêz Bahçelî derdikeve û bang li birêz Ocalan dike. Hevserokê me jî li vir bersiv da, em careke din dubare bikin. Bi rastî em jî meraq dikin, rê li ber birêz Ocalan ku bê vekirin, rê ji raya giştî re vekin, em jî bibihîzin, ew ê çawa bersivê bide banga we, dê çi bêje?”
 
HETA RÊ VENEBE WÊ LI SER NÎQAŞÊ BIMÎNE 
 
Em li ser girîngiya jiyanî ya rola wî diaxivin. Li aliyekê hûn ê tecrîdê bidomînin, li aliyê din jî bang li birêz Ocalan bikin. Em ji vir careke din bang dikin; Divê êdî ev bêhiqûqiya nedîtî bi dawî bibe. Werin em rê li ber vê muxatabiyê vekin. Heke hûn deriyên Îmraliyê venekin, tecrîdê bi dawî nekin, Ocalan nexin nava van nîqaşan, ew ê weke nîqaşan bimînin û nikarin pêş bikevin. Em banga xwe dubare dikin. Divê ev tecrîd bê rakirin, rê û deriyên Îmraliyê û Ocalan bên vekirin û birêz Ocalan jî bikeve nava van nîqaşan.”