STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku divê pirsgirêka kurd ji her alî ve were nîqaşkirin nexwe tu rastiya gotina “Werin em bêgerew li ser maseyê rûnin” namîne. Aslan, got ku divê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.
Serokê Giştî yê MHP’ê di roja ewil a Meclisê de silav dabû Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û piştre jî daxuyaniyên cuda dabû. Bi van geşedanan re çareseriya pirsgirêka kurd careke din bû rojeva sereke. Bahçelî, duh jî di civîna koma partiya xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qebûl kir û ji bo “Mafê hêviyê” şertê “tesfiyekirina rêxisinê” danî pêş.
Piştî gotinên Bahçelî, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî di civîna koma partiya xwe de bal kişand ser gotinên Bahçelî ên têkildarî Abdullah Ocalan û got: “Heke êdî şehîd neyên Tirkiyeyê, heke êdî xwîn rije, heke rondikên dayikên kurd û tirkan êdî nebarin, heke ev welat bibe yek û bi hev re be, heke berê çekan êdî li leşkeran venegere, di vê mijarê de her gotina tê kirin û her aktor bi qedr in.” Ozel, xwest ku hemû partî li ser maseyekê bicivin û pirsgirêka kurd wisa were nîqaşkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan têkildarî geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘ÎKTÎDAR HEM LI HUNDIR HEM LI DERVE TENGIJÎ YE’
Aslan, diyar kir ku nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd eleqeya xwe bi geşedanên li herêmê diqewimin heye û wiha got: “Îktîdar li hundir pir tengijî ye. Di hilbijartinên 31’ê adarê de piraniya şaredariyan winda kir, tevgera kurd şaredariyên qeyûm lê tayîn kirî dîsa bi dest xist, pirsgirêkên aborî û hwd., hene. Anku çi baweriya bi îktîdarê nema ye. Li hêla din li Rojhilata Navîn şerê parvekirinê heye, Tirkiye hevkariyê bi Îsraîlê re dike û îktîdar hem li hundir hem li derve pir tengijî ye. Rewşeke wiha li holê ye. Daxuyaniyên îktîdarê yên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd girîng in lê gavan naavêje. Li gorî me dê gavan neavêje, dê pirsgirêkan manîpule bike û bide jibîrkirin. Gotin û kiriyarên wan hev nagirin. Binêrin, di 13’ê cotmehê de destûr nedan mitînga bi daxwaza rakirina tecrîdê û qedexe kirin. Li hêla din ciwanên govend gerandin tên girtin, DEM Partiyî tên binçavkirin û girtin. Biryarên AYM û DMME’yê bicih nayînin. Rewşa girtîgehan jixwe berçav e. Anku di van mijaran de gavan naavêje. Qala aştiyê dikin lê ji bo aştiyê tu gavan naavêjin.”
GAVÊN DIVÊ JI BO AŞTIYÊ BÊN AVÊTIN
Aslan, têkildarî gavên îktîdar divê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de biavêje jî wiha rêz kir: “Weke mînak, li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hatiye tayînkirin. Vî qeyûmî ji peywirê bigirin û bila rêveberên wir birêve bibin. An jî tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din rakin. Ji bo vê tu astengî nînin. Her wiha operasyonên derveyî sînor tavilê bidin sekinandin. Li derve êrişî bakurê Iraqê û Sûriyeyê operasyonan dikin; li hundir her roj girtin û binçavkirin hene. Walî û qeymeqamên herêmê her 15 rojan carekê qedexeyê radigihînin. Divê ji ewil ev pirsgirêk bên çareserkirin. Lewma li gorî min ev geşedanên dawî tenê taktîkeke îktîdarê ye û hewl dide van pirsgirêkan veşêre û hemleyên nû bike. Hem li hundir hem li derve tengijî ye û ev jî encama wê ye.”
‘NÊZIKATIYA YEKALÎ RAST NÎNE’
Bi domdarî Aslan ji bo bangawaziya Bahçelî ya ji bo “tesfiyekirina rêxistinê” ev tişt anî ziman: "Pirsgirêkeke sedsal e didome heye. Heta ev pirsgirêk ji her alî ve beyê nîqaşkirin, heta li ser neyê axaftin, heta gav neyên avêtin hûn nikarin ji kurdan bixwazin ku gavan biavêjin û çekan berdin. Hûn nikarin jê re bibêjin ‘bêyî daxwazekê bikin hebûna xwe deynin aliyekê û li ser maseyê rûnin.’ Tu bingeheke rastiyê ya vê daxwazê nîne. Li holê têkoşînek, destkeftiyên wê û bedelên hatine dayin hene. Heta ev neyên dîtin, divê tu kes nekeve nava nêzikatiyên yekalî.”
BANDORA OCALAN A LI SER GEL
Aslan, da zanîn ku gelê kurd Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma jî nabe ku ji pirsgirêka kurd cuda were destgirtin. Divê îktîdar û dewlet jî vê rastiyê bibîne û li gorî wê nêz bibe. Li rexekî jê re dibêjin muxatab, li rexekê muxatab nabînin. Ev yek durûtî ye. Wê demê hûn çima jê re dibêjin ‘banga tesfiyekirina rêxistinê bike.’ Yanî hûn jî dizanin bandora wî li ser gelê kurd heye. Heke bi rastî jî muxatab Ocalan be, wê demê bi hemû kesên li Meclisê re biaxivin û pirsgirêkê bi rêya axaftin, aştî û wekheviyê çaresr bikin.
Tecrîda li ser Ocalan, eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye. Ji bo çareseriyeke demokratîk jî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê tecrîda li ser tevahiya girtiyên siyasî were rakirin, di serî de pirsgirêka kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê her kes bikare fikra xwe bi rehetî bibêje. Madem hûn dibêjin ‘bila Ocalan fikra xw bibêje, rêxistinê tesfiye bike’, wê demê tecrîdê rakin ku bikare biaxive. Ev 43 meh in tecrîd heye, ma we çi çareser kir? Nexêr. Hêj girantir bûn. Dê hewl bidin tengijîna xwe û pirsgirêkên heyî veşêrin lê divê ev yek weke firsendek were dîtin û vê pirsgirêkê bixin rojeva gelan.”
BERPIRSYARTIYA DIKEVE SER MILÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ
Aslan, destnîşan kir ku di mijara pirsgirêka kurd de berpirsyartiyeke mezin dkeve ser milê CHP’ê û hêzên demokrasiyê. Aslan, wiha bi dawî kir: “Helwesta muxalefete sereke ya heta niha xizmet ji neçareseriyê re kir. Divê niha dev ji vê helwestê berdin. Lê divê partiyên çep-sosyalîst, kedê, rêxistinên pîşeyî û hêzên demokrasiyê jî bi hev re û bi eşkereyî bibêjin ku ‘em dixwazin ev pirsgirêk were çareserkirin.’ Divê ev helwest bi raya giştî re were parvekirin. Divê her kesên demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin di mijara pirsgirêka kurd de berpirsyartiyê li xwe bigirin. Di vê mijarê de divê dudilî tune be. Ji ber ku demokratîkbûn ne tenê ji bo kurdan ji bo me tevan girîng e.”
MA / Îbrahîm Irmak