STENBOL - Yek ji kesên di şandeya Mirovên Aqilmend de cih girt Celalettîn Can, diyar kir ku bi tune hesibandina pirsgirêka kurd re Tirkiye nayê bi rêve birin û got: “Civakeke ku pirsgirêka kurd çareser nekiribe, civakek du linge û nikare demokrasiyê hembêz bike.”
Deriyê Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li tê tecrîdkirin, piştî fikar û bertekên li dijî şewata li giravê rû da, 8 meh şûn de roja 3’yê Adarê cardin hat vekirin. Piştî pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013 û 2015’an, carek din li Îmraliyê polîtîkayên tecrîdê ketin dewrê û destûr nehat dayîn ku parêzer û malbat biçin hevdîtinê.
Di encama çalakiyên greva birçûbûnê û rojiya mironê ya li girtîgehan a bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leylga Guven hatin lidarxistin, hikumet û dewlet naçar man ku deriyê Îmraliyê vekin. Parêzeran li ser vê yekê ji 2’yê Gulanê, heya 7’ê Tebaxa 2019’an bi giştî 5 caran hevdîtin bi muwekîlê xwe Ocalan re kirin.
Piştî fikar û bertekên li dijî şewata di 27’ê Sibatê de li giravê rû da, 8 meh şûn de roja 3’yê Adarê bi malbata Ocalan re, malbatên girtiyên din jî çûbûn hevdîtinê.
Yek ji kesên cihê xwe di şandeya Mirovên Aqilmend a di dema pêvjoya çareseriyê hat avakirin de girt, Berdevkê Hewldana 78’an û Endamê MYK’a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Celalettîn Can, têkildarî peyamên Ocalan ên di hevdîtina dawî dayîn de nirxandin kir.
ŞEWATA LI ÎMRALIYÊ Û LÊRASTANÎNA WÊ
Can, li ser agahiya şewata Gireva Îmraliyê ya Wezareta Karê Hûndir bi raya gişt re parve kir rawestiya û wiha axivî: “Piştî vê parvekirinê bertekên civakî pêşketin. Li ger vê yekê destûr hat dayîn ku Mehmet Ocalan biçe hevdîtinê. Di salên derbasbûyî de jî, li dijî Ocalan bûyerên jehrdayînê rû da bûn. Divê hevdîtina piştî şewatê baş bê nirxandin. Gelo bi vê şawatê xwestin peyamekê bidin. Em vê baş nizanin. Lê dema em li dema hevdîtin pêk hat mêze dikin, wê demê mirov dikare hin tiştan bibîne. Em baş dizanîn ku wê demê di navbera Rojava û rêveberiya Şamê de hevdîtin hebûn. Ji ber vê gelo bi vê şewatê xwestin li ser Ocalan peyamekê bidin gelê kurd? Yanî xwestin bêjin ev nêzîkbûn dê we bişewitîne. Lazime ku ev bê lêpirsîn. A din jî pêvajoya zor û zehmet a li Idlibê ku Tirkiye tê re derbas dibû bû. Weke ku tê zanîn Idlib, ji bo Tirkiyeyê qadek stratejîke. Dibe ku xwestibin bi vê şewatê rojeva Idlibê berevajî bikin.”
‘HER KU DEWLET TENGAV BIBE, WÊ BIÇE GEL OCALAN’
Can, da zanîn ku her ku dewlet tengav bibe wê biçe gel Ocalan û wiha got: “Hin caran bi derxistina şewatên wiha, dixwazin şertên paşve gav avêtin bidin avêtin. Hin caran jî ji bo ku rojevê berevajî bikin, dikevin nava hewldanên wiha. Lê Ocalan di hundir de qet tiştekê neke jî, bandoreke cîdî li siyaseta kurd û tirk dike. Ev bandora wî her dewam dike.”
‘BI TUNE HESIBANDINA PIRSGIRÊKA KURD TIRKIYE NAYÊ BIRÊVE BIRIN’
Can, di mijara avakirina “Lingê Sêyemîn” a Ocalan ji bo hêzên demokratîk pêşniyar kir de jî wiha axivî: “Li ser maseya çareseriyê ya du ling, 20 mîlyon kurd hene. Ne tenê kurd, Elewî û gelên din jî hene. Ji ber vê divê dengeya masa bê avakirin. Êdî pirsgirêkeke kurd a navneteweyî bûye heye. Bi tune hesibandina pirsgirêka kurd re Tirkiye nayê birêve birin. Birêz Ocalan li bu lingê sêyemîn kurdan nîşan dide. Di vê kurd li ser vê masayê cih bigirin, berevajî ev mase wê bi rûxe. Tu pêşeroja Tirkiyeke wiha tuneye. Weke ku Ocalan jî gotî, civakeke ku pirsgirêka kurd çareser nekiribe, civakek du linge û nikare demokrasiyê hembêz bike. Hemû kes vê rastiyê qebûl dike.”
‘GER HÊZA TE HEBE TUYÊ ENCAM BIGIRÎ’
Can, gotina “hêz” a Ocalan her tim di peyamanên xwe de behsê dike jî wiha nirxand: “Ev gotin bi awayekê sosyolojîk divê baş bê nirxandin. Li Tirkiyeyê, tevna civakî bi destê deshilatdarî û hêzê tê guhertin. Manîpuleyên mezin hene. Rêveberiyên têgîn û birdoziyên li goşe dizivirin hewl didin civakî bi guherînin. Ji ber vê yekê civakîbûyîn hêdî hêdî dihele û em niha bi civakeke xweperest û ferdparêz re rû bi rû ne. Ocalan civakek wiha dibîne. Ji ber vê behsa têgîna hêzê dike. Ocalan li ser rastiyeke wiha vê nirxandinê dike. Ger hêza te hebe, tuê encam bigirî. Ez bawerim Ocalan di vî warî hêzên demokrasiyê qels dibîne. Ji ber wê dibêje xwe bihêz bikin. Xwe bikin hêz, da ku hûn encamê bigirin. Ev hêj jî ji bilî hêza gel, wê ne tu hêzên dibin bin.”
‘HER ROJA DERBAS DIBE EZ OCALAN BAŞTIR FAM DIKIM’
Can, bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn jî û wiha pê de çû: “Îro Rojhilata Navîn, bi awayekê fîîlî bûne navenda cîhanê û pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn jî, meseleya kurd e. Çareserkirina pirsgirêka kurd wê bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar, naxwazin pirsgirêka kurd ji kok de bê çareser kirin. Ji ber vê jî mabe divê bi hêz bibe. Tifaqên îro li Rojhilata Navîn hatine avakirin jî, demborîne. Lê tifaqa resen û bi kok tifaqa gelane. Heya ku em vê yekê pêk neynin, emê vale vale kevçiyê xwe yê xarinê bialêsin. Ji ber wê bi me nedin xwarin. Divê Ocalan jî bi vî awayî bê fêm kirin. Her roja derbas dibe, ez mezinbûna siyasî ya Ocalan hîn baştir fam dikim.”
‘HAVEYNÊ RÊYA SÊYEMÎN NIRXÊN ŞOREŞGERIN’
Can, da xuyakirin ku divê civak li gorî nirxên şoreşê bê rêxistin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke ku Ocalan gotî, divê em ji bo hest û pêdiviyên xwe yên takesekî vê kedê tar û mar nekin. Tişta dikeve ser malê me divê em yên dema Fîkrî Sonmez bibînin. Divê me ji bo demokrat, zane, kesên xwedî heq û hiqûqên xwe derdikevin ên di nava civaka Tirkiyeyê de, bikevin nava lêgerînê. Haveynê vê wê Rêya Sêyemîn ava bike. Çi dema ku me ev avakir, em ê wê demê bingeha partiyên din û xweseriya xwe ava bikin. Em ji wan re bêjin em ne pragmatîkin. Emê bêjin, em yekitiya gelan û aştiyeke birûmet diparêzin. Emê bijin ku em berjewendiyên civaka rast daxwaz dikin. Emê bijin em gelin. Emê vê jî li ser nirxên şoreşgerî ava bikin. Em ê her tim Mahîran, Denîzan, Mazlûman, Şex Bedreddînan, Pîr Sûltanan û Nesîmiyan bi bîr bînin.”
MA / Nacî Kaya - Mehmet Arslan