Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin

  • ciwan
  • 22:09 14 Mijdar 2021
  • |
img

STENBOL - Lîstika stand up “Dawiya Dawî” ku Meclisa Cîwanan a HDP’ê organîze kir, hat lîstin.

Meclisa Cîwanan a HDP'ê ya Stenbolê, di çarçoveya kampanya “Em tiryakê têk bibin û jiyana nû ava bikin” de xwestibû li Navenda Hunerên Pêşandeya Avê ya li navçeya Fatîhê ya Stenbolê lîstika stand up “Dawiya Dawî” nîşan bide. Lê lîstik ji aliyê Qaymeqamtiya Fatîhê ve bêyî ku tu hincet bê nîşandan hatibû qedexekirin. Li ser vê yekê ciwanan lîstik li avahiya HDP’ê ya navçeya Bagcilara Stenbolê dan pêşkeşkirin.

Lîstika ku Kemal Gokhan Gorses dîrektoriya wê dikir, Ozcan Ateş dilîst, serpêhatiyên trajîk komîk yên Ateş vedibêje. Lîstik bi çepikên beşdarvanan bi dawî bû.