Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin

  • ciwan
  • 13:07 23 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê, çalakiyên ku xwendekaran beriya du rojan li dijî qrîza aborî da destpêkirin, li gelek navendan berdewam dikin. 
 
Li Herêma Kurdistanê, ji ber qrîza aborî ji sala 2015'an ve xercên xwendekarên zanîngehan nayên razandin. Xwendekarên zanîngehên Silêmanî, Raperîn, Germiyan, Koye û Soranê bi daxwaza ku xercên wan bên razandin di 21'ê mijdarê de dest bi çalakiyan kirin. Asayîşa girêdayî YNK'ê êrişî wendekarên ku derketin qadan kir û gelek xwendekaran birîndar kirin û ew binçav kirin.
 
Xwendekarên ku îro li ber Zanîngeha Silêmaniyê hatin gelhev, çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Xwendekaran got ku heta daxwazên wan bên bersiandin wê li qadan bin.