Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye

  • ciwan
  • 09:01 24 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Ciwanên şirnexî bal kişandin ser şerê taybet û got: "Li herêma me ji bo pêşî li ber têkoşîna ji bo nasnameyê bê girtin fuhûş û tiryak tê belavkirin." 

Li Tirkiyeyê bi taybetî li bajarên herêmê, fuhûş û tiryak di nav ciwanan de tê berbelavkirin. Ev pêkanînên ku perçeyeke polîtîkaya şerê taybet e, li malên fuhûşê, hêwanên masahê, bar û deverên bi vî rengî de didomin û ev yek ji ber polîtîkaya bêcezatiyê jî her diçe zêde dibe. Ciwanên şirnexî bertek nîşanî vê dan. 
 
ŞERÊ LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JI BO NASNAMEYÊ
 
Zafer Zana (22) anî ziman ku li herêmê têkoşîna ji bo nasnameyê ji zû de ye didome û ev yek bi taybetî li deverên ku tê xwestin serî bê tewandin û bên kontrolkirin tê berbelavkirin. Zana got: "Bi vê ren ehlaq hedef tê girtin. Gava ehlaqê kes bê xerakirin, malbat belawela dibe. Gava malbat belawela bibe civak jî dehenere dibe û tê eciqandin. Civak dibe xerîbê nasnameya xwe. Li herêma me jî ji bo pêşî li ber têkoşîna ji bo nasnameyê bê girtin, fuhûş û tiryak bi zanebûnî tên berbelavkirin." 
 
Zana, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê civak bê serwextkirin û helwesteke civakî bê nîşandan. 
 
KIRYARÊN RAYEDAR IN
 
Elîf Pûsat (22) jî diyar kir ku di demên dawî de hema bibêje fuhûş li her derî tê nîqaşkirin û ev nîşan dide ku bê fuhûş çi qasî berbelav bûye. Pûsat, destnîşan kir ku li Şirnexê hejmara esker, polîs û cerdevanan pir zêde ye, lê dîsa jî fuhûl tê kirin û sedema vê jî dewlet ji bo vê xwe li nedîtinê datîne. Guzel got: "Ger asteng bikirana, dê biqediyana. Piraniya kiryaran rayedar in.' 
 
MEKANÎZMA KONTROLKIRINÊ
 
Pûsat, anî ziman ku jinên ciwan ji ber van polîtîkayan nerihet in û got: "Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê pêdivî bi pergaleke hiqûqê û mekanîzmayeke kontrolkirinê ya xurt heye. Divê kesên fauhûş, taciz û destdtirêjiyê dikin zûzûka neyên berdan. Mêr her tiştî dikin, paşê li dadgehê bêyî bên cezakirin tên berdan. Qanûnên heyî jinan naparêzin. Ger biparastana dê niha rewş ne ev bûna. Parastina jinan berpirsiyariyeke dewletê ye. Dewlet ewilî divê vê berpirsiyariya xwe pêk bîne. Polîtîkaya bêcezatiyê her roj pêşî li ber kuştina jinan vedike." 
 
Eylem Çagdavûl (21) ku got li welêt "edalet nemaye" got: "Du rojan carekê jin tên kuştin, bi taciz û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin, fuhûş û turyak zêde bûne... Ji ber vana em nikarin derkevin derve. Dewlet dizan, kesên fuhûşê dikin û tiryakê bi kar tînin di cî de berdide û jinên ji bo mafan têdikoşin jî digire. Ev bêedaletî ye."