Girtina ciwanan hate şermezar kirin

  • ciwan
  • 12:44 21 Gulan 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Ciwanên girtina 10 kesên ku endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî di nav de bûn şermezar kirin wiha gotin: “Em ciwan em ê vê desthilatê bişînin, em ê jiyaneke nû ava bikin.”
 
Meclîsa Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan a a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtina 10 kesên ku endamên Meclîsa Ciwananên HDP’ê jî di nav de bûn li pêş avahiya HDP’a Mêrdînê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Ciwanan di daxuyaniyê de pankarta “Ciwanan li ber xwe dan, ciwan li ber xwe didin, ciwan wê li ber xwe bidin. Em ê teqez serbikevin” vekirin. Metna daxuyaniyê Rêzan Kaya xwend. 
 
Kaya, da zanîn ku konsepta şer a desthilata AKP’ê û MHP’ê bi “Plana Çokdanînê” li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê da destpêkirin îro jî bi zext, ferzkirina sîxûrtî, binçavkirin û girtinên ciwanan dide domandin. Kaya, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ciwanan weke gefa herî mezin a li dijî desthilata xwe dibîne. 
 
‘EM Ê DESTHILATÊ BIŞÎNIN Û JIYANEKE NÛ AVA BIKIN’
 
Kaya, anî ziman ku konsepta ku desthilatê li dijî kurdan, hêzên demokrasiyê, siyaseta demokratîk û gelan xistiye dewrê ji aliyê ciwan û gelên di 8’ê Adarê û Newrozê de daketin qadan ve hate hilweşandin û diyar kir ku ji ber vê yekê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hedef tên girtin. Kaya, bang li desthilatê kir ku dest ji polîtîkayên tepisandina ciwanan berde û wiha got: “Li qadên Newrozê binêrin, hûn ê me û hêza me ya rêxistinkirî bibînin. Em careke din diyar dikin ku êriş wê encam negirin. Hûn ê nikarin me bi tepisînin û teslîm bigirin. Em ciwan em ê vê desthilatê bişînin û jiyaneke nû ava bikin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan bi dawî bû.