Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne

  • ciwan
  • 14:35 22 Nîsan 2023
  • |
STENBOL - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê bi tevlibûna Hevberdevka partiyê Çîgdem Kiliçgun Uçar çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Uçar wiha got: “Dînamîka sedsala nû, ciwan in. We nîşan da ku hûn kirdeya damezirandina serdema nû ne.” 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Îmrahor Mesîre ya navçeya Arnavutkoyê bi dirûşma “Dîsa ciwan dîsa serkeftin” geştek li dar xist. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, namzetên parlamenteriyê Dêrsim Dag, Kerem Firtina û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu û bi sedan ciwan tev li geştê bûn. Qada seyranê bi pankartên mor ên Partiya Çepên Kesk li ser nivîsî û gelek alayên partiyê hate xemilandin. Di seyranê de coşa ciwanan di lûtkeyê de bû. 
 
Di tevahiya çalakiyê de beşdaran li ber stranên kurdî û strana hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk xelekên govendê gerandin û bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
CIWAN LI HER QADÊ NE
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Arslan ji hêla ciwanan ve bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî”, çepik û tililiyan ve hate pêşwazîkirin. Uçar, yek bi yek cejna hemû ciwanan pîroz kir û wiha got: “Pir girîngê bê ka dê sedsala nû li ser kîjan dînamîkan were avakirin. Hem sekna ciwanan a li Kurdistanê hem jî coşa we ya ji bo guherandina rejîma yekzilamî nîşan dide ku hûn ciwan kirdeya damezirîner a serdema nû ne. Lê li dijî êrişên îktîdarê, ciwan li her qadê têdikoşin. Ji bo ku em van tiştan pêk bînin, em neçarin ku van têk bibin.” Li ser vê yekê ciwanan jî dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Uçar, axaftina xwe wiha domand: “Em ê rejîma yekzilamî têk bibin. Divê siyaset êdî ciwan bibe. Ji kerema xwe di hemû qadên siyaseta demokratîk de cih bigirin.”
 
'PAŞVEGAVAVÊTIN TUNE YE’ 
 
Piştre jî namzetê parlamenteriyê Kerem Firtina axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo komara demokatîk em ê tu carî paşvegavê neavêjin. Em ê hewl bidin li her qadê bin.” Di dema axaftina Firtina de ciwanan dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. 
 
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Dêrsim Dag axivî û got ku ji bo guherandina pergalê tenê 22 roj mane. Ciwanan li ser pirsa “Hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” ya Dag, bi yekdengî bersiva “Partiya Çepên Kesk” dan. 
 
Piştî axaftinan jî Uçar û şandeya pê re li gel ciwanan govend gerand. Ciwanan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Çalakî, piştî dayîna xwarinê û lîstina lîstikan bi dawî bû.