Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê

  • ciwan
  • 11:22 23 Nîsan 2023
  • |
img
DÎLOK - Ciwanan da zanîn ku Partiya Çepên Kesk hêviyê dide wan û gotin: “Wê ev bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê.” 
 
Ji hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê re demek hindik ma. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dê cara ewil 4 milyon û 904 hezar û 672 ciwan rayên xwe bikar bînin. Ciwan dibêjin ew dixwazin êdî îktidara AKP’ê biçe û ji her sê ciwanan ciwanek berê wî li Partiya Çepên Kesk e. 
 
Yek ji bajarên ku herî zêde nifûsa ciwanan lê heye Dîlok e û me ji ciwanan pirsî ku wê kî hilbijêrin. 
 
BO SIBEROJA GELÊ KURD 
 
Ciwanê bi navê Eyup Çelîk anî ziman ku dema ew derbasî sedsaleke nû dibin ji bo Komarê girîngiyek krîtîk e û got: “Ji bo siberoja gelê kurd jî wê bibe hilbijartineke diyarker. Ji sala 2015’an vir ve helwestek heye ku di hilbijartinan de îradeya gel tê paşguhkirin. Dê ji bo vê jî bibe dijwariyek. Di dîroka siyaseta kurd de gelek partî hatin girtin. Ez ê piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk a ku dê beşdarî hilbijartinê bibe. Çepên Kesk perspektîfa bîrdozî, ekolojîk û kedê ku gelê kurd di nav de ye, nîşan dide. Em hêvî dikin ku guhertina ku tê hêvîkirin çêbibe.”
 
‘ÇEPÊN KESK WÊ DIYARKER BE’ 
 
Çelîk îdiayên demokratîkbûyînê yên Tifaqa Millet weke “şerê kursiyê” pênase kir û got: “Ew jî beşeke ku beşek ji polîtîkayên desthilatdariya heyî bandor li wan kiriye, lê ji bo siberoja gelê kurd alternatîfekê nadin. Em ê dengê xwe bidin namzetên xwe. Em hêvî dikin ku Partiya Çepên Kesk ji 100 heban zêdetir parlamenteran bişîne Meclisê. Bi taybetî ji bo ciwan û jinan, tenê di Partiya Çepên Kesk de heye. Ji ber vê yekê her tim diyarker e.”
 
‘ÇARESERÎ DI PARTIYA ÇEPÊN KESK DE YE’ 
 
Xwendekarê zanîngehê Ahmet Yildirim anî ziman ku ew ê ji bo demokrasî, azadî, mafên jinan û têkoşîna li dijî gendeliyê dengên xwe bide Partiya Çepên Kesk û got: "Çareseriya pirsgirêkên ciwanan di Partiya Çepên Kesk de ye. Her tim rê li ber ciwanan digirin. Di perwerdehiyê de zehmetiyên mezin hene. Xwendekarên ku li zanîngehê cihê mayînê peyda nakin neçar dimînin ku biçin wargehên tarîqatan. Ya herî baş û çareserî di Partiya Çepên Kesk de ye.” 
 
JI BO JIN Û CIWANAN 
 
Elîf Bîlmen jî da zanîn ku ew ê dengê xwe bide partiya xwe û got: “Em li aboriyê binêrin her tişt tê fêmkirin. Ez ji bo jin û ciwanan û ji bo azadiyê dengê xwe didim Partiya Çepên Kesk.” 
 
GUHERTINA REJÎMÊ
 
Ciwanê bi navê Mahmût Ertaş jî diyar kir ku xelasiya ji rejîma yek zilamî ya Tirkiyeyê di destê Partiya Çepên Kesk de ye û wê Partiya Çepên Kesk hemû tiştên neyînî biguherîne. 
 
‘DÊ BIBE HILBIJARTINA DAWÎ YA AKP’Ê’ 
 
Ekrem Tunçoglû yê ku pola sêyemîn a rojnamevaniyê li Dîlokê dixwîne jî destnîşan kir ku di heyama AKP’ê de qalîteya jiyanê ya ciwanan gelek kêm bûye û bihabûna li welat tesîrek neyînî li ser ciwanan dike. Tunçoglû da zanîn ku bo tayîna karmendan bê derkeve divê ku torpîla kes hebe û wiha got: “Ez zanîngehê biqedînim jî nebawerim karekî bibînim. Ez ji vê hilbijartinê bi hêvî me. Ez wisa difikirim ku wê ev bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê. Wê bi milyonan ciwan cara ewil rayên xwe bikar bînin. Gelek zor e ku AKP ji ciwanên nû rayan bistîne. Patiya Çepên Kesk hêviyê dide ciwanan.”
 
MA / Firat Can Arslan