Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn

  • ciwan
  • 22:24 1 Gulan 2023
  • |
img
 
RIHA- Li Rihayê di hevdîtina ciwanan a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk de bi sedan kesî bi yekdengî sirûda Çerxa Şoreşê got. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, li Rihayê hevdîtineke ciwanan li dar xist. Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê, Parlementerên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes tevlî hevdîtinê bûn.
 
Hevdîtin li Taxa Şehîtlikê ya navçeya navendî Halîliyeyê li hêwaneke dawetê hat lidarxistin. Hevdîtin bi dqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê bi sedan kesî bi yekdengî sirûda "Çerxa Şoreşê" got. Di dema sirûdê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. 
 
Di hevdîtinê de li ser navê Meclisa Ciwanan Senem Erîş axivî. Erîşê ser pêkanînên desthilat AKP-MHP'ê yên 20 salî û got ku ev detshilat dixwaze ciwanan ji têkoşînê dûr bixe û siberoja wan tarî bike û got ku lê ew ciwan dê berbayî lîstikên vê pergalê nebin. Erîşê destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk ji bo wan cihê hêviyê ye û got ku ew ciwanên welatparêz dê di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek.
 
Piştî axaftinan hunermend Azad Bedran derket ser dikê. Girse li ber stranên Bedran govend gerand û peyama ku dê di 15'ê Gulanê de bi serkeftinê şiyar bibin.