Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e

  • ciwan
  • 09:42 7 Gulan 2023
  • |
img
MÛGLA/MANÎSA - Ciwanên ku wê nû ray bikar bînin û qedera hilbijartinê diyar bikin banga piştevaniya ji bo Partiya Çepên Kesk kirin û gotin: “Ray û rêya me Çepên Kesk e.” 
 
Cara yekemîn wê 4 milyon û 904 hezar û 672 ciwan dengê xwe bidin. Ev ciwan wê qedera Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28’emîn a Parlamenteriyê diyar bikin. Li Mûglayê ku 805 hezar û 527 hilbijêrên wê hene 46 hezar û 887 ciwan wê biçin ser sindoqan. Li Manîsayê milyonek û 106 hezar û 161 hilbijêr dê di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Hejmara hilbijêrên ku dê cara ewil li Manîsayê dengê xwe bidin 77 hezar û 772 ye, me ji hilbijêrên ciwan pirsî ku dê li Mûgla û Manîsayê cara ewil dengê xwe bidin kê. 
 
'JI BO SIBEROJEK BAŞ ÇEPÊN KESK’ 
 
Azad Çakir (19) ku dê cara ewil li Mûglayê dengê xwe bide, diyar kir ku di temenekî biçûk de dest bi xebatê kiriye û got ku ew ê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Çakir sedemên tercîhkirina Partiya Çepên Kesk nirxand û got: “Ji bo bidawîkirina faşîzmê û krîza aborî ye. Pêwîst e ji bo mafên mirovan, edalet, aştî û wekheviyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Heke em neheqî, welatekî ku mafên mirovan lê hebin, siberoj û pergaleke perwerdehiyê ya baştir bê xwestin, divê em wek ciwan dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”
 
‘FIKIR BILA ÊDÎ AZAD BIN’ 
 
Hilbijêra ciwan Mehtap Çîftçî diyar kir ku hikûmet hem li ser ciwanan hem jî li ser jinan zexteke mezin dike. Çîftçî da zanîn ku ew dixwazin ji vê zextê xilas bibin û bêyî ferqa ol, ziman, nijad û etnîk ew dixwazin di nava şert û mercên wekhev de bijîn. Çîftçî diyar kir ku ji ber vê yekê ew ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Em perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin û em dixwazin fikrên xwe bi azadî bînin ziman. Em li kolanan, li qadan, di her aliyê jiyanê de jiyaneke bê çewsandina zayendî dixwazin. Ji ber vê yekê ez ê dengê xwe didim Partiya Çepên Kesk."
 
Çîftçî bal kişand ser pirsgirêka betaliya ciwanan û got: "Heke em dixwazin dawî li betaliya ciwanan were û ji vê xaka ku em weke ciwan lê dijîn terk nekin, divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."
 
‘EM Ê ŞOREŞEK MEZIN BIDIN DESTPÊKIRIN’ 
 
Şiyar Munzur Kaya (21) diyar kir xwendekarên zanîngehê ji siberojê bi fikar in, ew ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk ku van pirsgirêkan cidî dibîne. Kaya wiha got: “Tu xwendekarekî zanîngehê nikare bigihêje armancên xwe. Sedema vê ya herî mezin pergala kapîtalîst a heyî ye. Di vê xalê de Partiya Çepên Kesk partiyeke ku dikare rê li ber hemû ciwanan veke, girîngiyê bide ciwanan û pirsgirêkên wan û çareseriyan derxe holê.”
 
Kaya bi lêv kir ku rêya derketina ji hawîrdora reşbîn a ciwanan Partiya Çepên Kesk e û got: "Heke em dixwazin krîza aborî, pirsgirêka nîjadperestiyê bi dawî bibe, cihêkariya ol, ziman ji holê rabe, divê em li ser pêya bin. Divê em alîgirên Partiya Çepên Kesk bin. Em ê bi Partiya Çepên Kesk re şoreşeke mezin îmze bikin."
 
CIWAN NIKARIN XEYALA XWE YA SIBEROJÊ BIKIN 
 
Ji ciwanên ku dê cara yekem li Manîsayê dengê xwe bikar bînin Necmettîn Temel (18) jî diyar kir ku ew ê ji bo siberoja azad dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got: “Em di nava kambaxiyek aborî de ne. Em bi zehmetiyên aborî re rûbirû mane. Ez niha nikarim siberojê xeyal bikim. Ez jiyanek azad dixwazim. Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk da ku her kes bikaribe fikrên xwe bi azadî bîne ziman.”
 
‘DENGÊ MIN EWIL JI PARTIYA ÇEPÊN KESK RE YE’ 
 
Muhammed Egîn (18) jî da zanîn ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bike û wiha got: “Ez wek ciwanekî ji ber rewşa aborî nebaş e, ez nikarim bi hevalên xwe re rûnim û em çayekî vexwin. Ji ber vê yekê ez ê yekem dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku ez weke ciwanekî dixwazim êdî nefesê bistînim.” 
 
'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN ÇEPÊN KESK E’ 
 
Bulut Koçoglû (18) jî anî ziman ku ew ji ber pirsgirêkên li welêt ketine nava krîzan û got: “Ez dixwazim ev hikûmet biguhere û ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku tenê Partiya Çepên Kesk dikare pirsgirêkên civakê çareser bike.”
 
Murat Taşkin (19) jî anî ziman ku ew ê ji bo siberojek baştir dengê xwe cara yekem bide Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Niha li firinê dixebitim, lê heke hewl bidim ku biçim cihekî meaşê min pir kêm e û têr nake. Hema hema her tişt her roj biha dibe. Dengê min ji bo çareseriya pirsgirêkan ji Partiya Çepên Kesk re ye.” 
 
‘RÊYA ME PARTIYA ÇEPÊN KESK E’ 
 
Nurcan Ors (18) jî destnîşan kir ku 14'ê Gulanê hilbijartina azadiyan e weke ciwan û xwendekar dixwaze desthilatdariya AKP'ê ya 21 salan bi dawî bibe. Ors wiha axivî: “Wan her tiştî anî serê me. Ez ê cara yekem deng bikar bînim û ez ê dengê xwe Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku rêya me Partiya Çepên Kesk e. Ez weke jin nikarim bi rehetî bijîm. Her roj jin tên kuştin. Ji van pirsgirêkan re tenê Partiya Çepên Kesk dikare bibe çareserî."
 
MA / Ezgî Aydin - Delal Akyuz