Ciwanên HDP’î hatin berdan

  • ciwan
  • 14:34 24 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Du endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku li Stenbolê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriypê hatin berdan. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Îktro û Havva Nûr Alparslan ji ber protestokirina qetilkirina mûzîkjenê kolanê Cîhan Aymaz di 2’yê gulanê de, hatibûn derbkirin û binçavkirin. Îkto û Alparslan bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal duh li navçeya Şîşliyê rastî êrişa xwediyê marketekê hatibûn. Her du ciwan ji hêla polîsên hatin cihê bûyerê ve hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Şîşliyê. 
 
Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Şîşliyê, îro di danê sibehê de sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Her du ciwan jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. Di îfadeyê de parvekirinên li ser medyaya dijîtal ji Havva Alparslan hatin kirin û bi îdiaya “Propagandaya rêxistniê” hate tawanbarkirin.