Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin

  • ciwan
  • 21:03 10 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Parlamenterê HEDEP'ê Omer Ocalan ê di şahiya ciwanan de axivî wiha got: "Ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin.”
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi navê “Vejînek Ciwan” li Eywana Dawetan a Rojê ya navçeya Sûra Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de alayên HEDEP’ê û pankarta “Vejînek Ciwan” hatin daliqandin. Her wiha ciwanan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê ya di girtîgehan de hatiye destpêkirin. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî şahiyê dan. Parlementerên HEDEP’ê Berîtan Guneş û Omer Ocalan, Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HEDEP’ê Kerem Firtina, MEBYA-DER, Însiyatifa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek ciwan tevli şahiyê bûn. 
 
Ewilî parlementera HEDEP’ê ya Mêrdînê Berîtan Guneş axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî serbikevin.”
 
Dû re parlementerê HEDEP’ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û bal kişand ser rol û mîsyona jin û ciwanan û got ku dema ku sekna ruhê ciwanan di têkoşîna siyaseta Kurdistanê de bi bandor be, wê têkoşîna me hîn zêdetir pêş bikeve. Ocalan, diyar kir ku bi salan e ew têkoşîneke mezin didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di têkoşîna me de cihê ciwan û jinan pir girîng e. Em dizanin ku dema ciwan û jin di vê siyasetê de rol û mîsyonên xwe bilîzin em jî dê pêş bikevin. Ger ew rol û mîsyona xwe nelîzin, wê siyaseta me derbasî xeteke lîberal bibe. Dixwazin tirsê bixin nava ciwanan da ku wan asteng bikin. Lê ev der Kurdistan e. Ciwanên me bi salan li vir têkoşiyan û berxwedaneke mezin nîşan dan. Bi tank û topên xwe hatin, lê nekarîn ciwanan teslîm bigirin. Ji bo pêşîgirtina li vê xeta azadîxwaz a ku îro tê avakirin divê ciwan û jin rol û mîsyonên xwe bilîzin.”
 
‘DIVÊ EM JÎ LI DERVE TÊBIKOŞIN’
 
Ocalan bi bîr xist ku greva birçîbûnê di roja 14’an de ye û wiha got: “Pêwîste em piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Divê hevalên me yên li derve bibin dengê girtîgehan û bila vî barî nedin ser zindanan. Ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Divê em jî li derve têbikoşin. Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin.”
 
Piştî axaftinan hunermend Şerzat derket ser dikê û bi stranên xwe ciwan bi coş kirin. Ciwanan bi kêfxweşiyeke mezin govend gerandin. Piştî gotina stranan şahî bi dawî bû.