Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin

  • ciwan
  • 10:03 16 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Oguzhan Azbay diyar kir ku dê di 24’ê kanûnê de kongreya xwe ya “Vejîneke Ciwan” li dar bixin û bi kongreya xwe ji polîtîkayên tiryak, fihûş û tundiyê re bibin bersiv. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 24’ê kanûnê de li Amedê 1’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. Kongre dê bi dirûşma “Vejîneke Ciwan” û li Eywana Dawetan a Geterlerê bê lidarxistin. Tê payîn ku bi hezaran ciwan tev li kongreyê bibin. 
 
POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ CIWANAN
 
Ji endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Oguzhan Azbay banga tevlibûna kongreyê li hemû ciwanan kir. Azbay, diyar kir ku ew kongreya xwe bi zanebûn li Amedê li dar dixin û sedema vê wiha vegot: “Ev tercîh, bersiva li dijî polîtîkayên pişaftinê ye. Dema em îro li kolanan dinêrin, dibînin ku dayik li dijî tiryak û fihûşê êdî serî rakirine. Li erdnîgariya Kurdistanê tiryak û fihûş zêde bûye. Dane jî vê yekê piştrast dikin. Bûyerên întîharê zêde bûn. Meyla ciwanan li ser întîharê ye. Li Kurdistanê her ciwanek biqedr e. Her ciwanek polîtîk e. Nirxên exlaqî di asta herî jor de pê re hene. Dixwazin ve rewşê parçe bikin lewma tiryak û fihûşê belav dikin.” 
 
'EM Ê TECRÎDÊ JI HOLÊ RAKIN’
 
Azbay, bal kişand ser têkiliya di navbera tecrîda li ser Abdullah Ocalan û polîtîkayên li dijî ciwanan û axaftina xwe wiha qedand: “Di esasê xwe de yek ji sedema herî mezin a zêdebûna fihûş û tiryakê, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Em ê di kongreyê de bersiva polîtîkayên li dijî ciwanan bidin. Dê zextên li ser Meclisa Ciwanan bê şikandin. Bi rêya tundiya fîzîkî hewl didin hevalên me ji xebatan dûr bixin. Herî dawî hevberdevka me Edanûr Îbrahîmoglû rastî tundiya fîzîkî hat. Lê ev rewş dê yek gavê bi me paşve nede avêtin. Li dijî faşîzmê em ê her tim pêş bikevin. Kongreya me dê ji van tevan re bibe bersiv. Banga me li hemû ciwanan ew e ku tev li kongreya me bibin.” 
 
MA / Mujdat Can