Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir

  • ciwan
  • 17:01 17 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo tevlibûna kongreya xwe ya ku dê bi dirûşma “Vejîneke ciwan” li Amedê li dar bixe, belavok belav kir. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 24’ê kanûnê roja yekşemê de li Eywana Dawetan a Geterlerê ya li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejîneke ciwan” kongreya xwe li dar bixe. Meclisa  Ciwanan ji bo tevlibûna kongreyê belavok belav kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Amedê jî piştgirî tev li xebata ciwanan bûn. Belavok, li Kolana Hunerê, Gevran û Ekîncîler ên Semta Ofîsê hatin belavkkirin û eleqeyeke zêde ya ciwanan hebû. 
 
Di dema belavkirina belavokan de ciwanan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana ciwanan”, “Bê ciwan civak nabe” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di belavoka ku ciwanan gelek caran bi dengekî bilind dixwendin de wiha tê gotin: “Em mehkûmî tiryakê nînin ku ji taxên me heta ber deriyê malên me belav bûye û nirxên me tune dike. Li gel jinên ciwan em ê li dijî dejenerekirin û îstîsmarkirina bedena jinê dengê xwe hêj bilindtir bikin. Li dijî siyaseta cihêkar û dabeşkar a îktîdarê, em ê têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê li gel hemû beşên civakê mezin bikin. Li dijî îktîdara ku bi rêya derewên medyayê hewl dide ji serkeftina xwe ya sextre re alîgiran bibîne, têbikoşin. Li hemberî vî dîmenê tarî em bêçare nînin, em ê hêviyê birêxistin bikin. Werin em bi hev re çerxên vê pergala ku welêt veguherandiye gola xwînê û ciwanan bêbêhn dihêle, bişikînin. Werin em ji kesên pêşeroja me dizîne re bibêjin ‘em li vir in.’”