Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ciwanan bibin

  • ciwan
  • 09:05 19 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ku Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di 24’ê mijdarê de li Amedê li dar bixe bibin. Mijarên bingehîn ên kongreyê dê bibin polîtîkayên şerê taybet û tecrîd. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 24’ê mijdarê de 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Navnîşana kongreya ku dê bi dirûşmeya “Vejîneke Ciwan” were lidarxistin dê Eywana Dawetê ya Geterlerê ya li navçeya Rezanê be.
 
Tê armanckirin ku ji herêmên Ege, Marmara, Çûkûrova, Anatoliya Navîn û bajarên bakurê Kurdistanê herî kêm 7 hezar ciwan tev li kongreya ku xebatên wê berdewam dike bibin. 
 
ROJEVÊN SEREKE
 
Hûrgiliyên têkildarî naveroka kongreyê jî hêdî hêdî zelal dibin. Ji bilî gelek welatên cîhanê dê peyamên ji rêxistinên ciwanan ên li Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine werin xwendin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî dê di kongreyê de biaxive. 
 
Di kongreyê de dê li ser tecrîda li Îmraliyê, polîtîkayên şerê taybet, hilbijartinên herêmî û polîtîkayên li dijî ciwanan tên meşandin dê bê rawestandin. Her wiha dê têkildarî fihûş, tiryak, sîxurtî, zext, gef û revandinê jî peyam bên dayîn.