Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin

  • ciwan
  • 09:05 21 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Endamê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê Demhat Guvercîn destnîşan kir ku çareseriya li dijî polîtîkayên şerê taybet, ji têkoşînê derbas dibe û bi bangawaziya tevlibûna Kongreya Ciwanan wiha axivî: “Werin em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin.”
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 24’ê kanûnê de bi dirûşma "Vejînek Ciwan” li Eywana Dawetê ya Geterler a navçeya Rezanê 1'emîn Kongreya Asayî li dar bixe. Amadehiyên kongreyê berdewam dikin û endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Demhat Guvercîn bang li ciwanan kir ku tev li kongreyê bibin.
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Demhat Guvercîn
 
Guvercîn, destnîşan kir ku ew ji bo avakirina jiyaneke rêxistinkirî hemû ciwanan vedixwînin kongreye. Guvercîn, anî ziman ku li dijî şerê taybet divê têkoşîneke hevpar were dayîn. Di berdewama axaftina xwe de Guvercîn diyar kir ku ew ê bi kongreye ji nû ve bikevin pêvajoya avakirin û rêxistinkirinê û da zanîn ku ew ê li dijî polîtîkayên şerê taybet, xeteke nû yê têkoşînê ava bikin.
 
Guvercîn, bilêv kir ku polîtîkayên şerê teybet bi pisporî li ser ciwanan dixin dewrê û da zanîn ku hêza guherîna van polîtîkayan di destê ciwanan de ye û wiha pê de çû: “Sedema meşandina şer a li ser ciwanan, avakirina ciwantiyeke ku nafikire, lêpirsînê nake û nasnameya xwe ji bîr kiriye ye. Ji ber ciwan pir dînamîk û ji bo bîrdoziyan pir vekirî ne, dixwazin ciwanan tim asîmîle bikin, bikêşin nav kemîna fihûş û hişbirê." Di berdewama axaftina xwe de Guvercîn bilêv kir ku ew li dijî şerê taybet çalakiyên hişyariyê li dar dixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me serdana malbatan kir û der barê şerê taybet de agahî parve kirin. Herwiha me maçên futbolê û ji bo werin cem hev çalakiyên wekî seyranan li dar xistin. Me li gorî şert û mercên ciwan tê de ne rêbazên têkoşînê bi wan re parve kirin. Di vê hêlê de vegerên pir erênî çêbûn.”  
 
‘ÇARESERÎ NE BI HÊZÊ BI TÊKOŞÎNÊ PÊKAN E’
 
Guvercîn, bal kişand ser ciwanên di demen dawî de koçî Ewropayê dikin û da zanîn di bingeha vê pirsgirêkê de krîza aborî, û şerê taybet heye û got: "Em pê bawer in ku divê ciwan dernekevin derveyî welat, li vê dere têkoşînê bidin meşandin. Derketina derveyî welat tu caran nabe çareserî. Çareserî têkoşîn e. Di erdnîgariya em tê de dijîn de beriya niha jî gund hatin xerakirin, şewitandin û valakirin, malbat neçarî koçberiya rojavayê dihatin kirin. Niha jî ciwanan bi krîza aborî û şerê taybet neçarî çûna derveyî welat dikin.”
 
‘DIVÊ CIWAN ZANA BIN’
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Guvercîn destnîşan kir ku desthilat beşa mezin a budçeyê, ji bo polîtîkayên şer vediqetîne û bi bîr xist ku di bingeha vê siyaseta şer de, dijminatiya kurdan heye. Guvercîn, bilêv kir ku desthilat bi dijminatiya kurdan, ciwanan dixe nava krîza aborî û got: “Sedema yekem a veqetandina budçeya şer, pirsgirêka kurd e. Tekane kesê karibe pirsgirêka kurd çareser bike, Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan e. Li ser wî tecrîdek heye. Divê ciwanên kurd vê tecrîdê û siyaseta şer baş bizanibin. Ciwanê ku bi vê rastiyê hesiyaye, di nasnameya xwe de ser dikeve û dê fêm bike ku divê têbikoşe.” 
 
‘EM LI BENDA HER KESÊ NE’
 
Guvercîn, hemû ciwanan vexwend kongreyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû hevalên xwe yên ciwan dikin, werin em jiyaneke rêxistinkirî ava bikin. Di vê çarçoveyê de, em herkesî/ê vedixwînin vê kongreye. Em li benda ciwanên enternasyonal ên cîhanê jî ne.”