Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin

  • ciwan
  • 10:18 23 Kanûn 2023
  • |
img

RIHA - Ciwanên ji bo 1’emîn Kongraya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê banga tevlibûnê kirine, anîn ziman ku daxwaza wan rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û ji polîtîkayên şerê taybet re bersivbûn e. 

 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) dê sibê (24’ê kanûnê) 1’emîn Kongreya XWE ya Asayî li dar bixe. Kongre dê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” li Eywana Dawetê ya Geterler a navçeya Rezan a Amedê, were lidarxistin. Tê gotin ku dê hezaran ciwan ji herêmên Ege, Marmara, Çukurova, Anatoliya Navîn, Serhed, Botan û Amedê werin û tev li kongreyê bibin. Herwiha dê di kongreye de gelek peyamên rêxistinên ciwanan ên cîhanê werin xwendin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê ser mijarên tecrîda li Îmraliyê, şerê taybet, polîtitîkayên li dijî ciwanan, fihûş, hişbir, zext, tundî, girtin û ajankirinê axaftinekê bike. 
 
‘EM Ê PIRSGIRÊKÊN JINAN ÇARESER BIKIN’
 
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di çarçoveya amadehiyên kongreyê de li bajêr xebatên xwe didomîne. Endama Meclisa Ciwana Zozan Kaplan destnîşan kir ku ew ê di kongreyê de pirsgirêkên jinên ciwan bînîn ziman, dê pêşniyarên xwe yên çareseriyê nîqaş bikin û wiha axavî: “Jin hem wek aborî hem wek malbatî rastî zextên mezin tên. Li Rihayê em van hem dibînin hem jî dijîn. Jin li kolanê li veguheztinê, li malan de anku li her dera ku tê de dijî rehet nîn in. Em ê divê kongreya xwe de hemû pirsgirêkên jinan bînin ziman û çareseriya van pirsgirêkan nîqaş bikin. Em ê tiştên tên axaftin bixin pratîkê.”
 
‘DAXWAZA SEREKE: RAKIRINA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ’
 
Huseyîn Aslan destnîşan kir yek ji ku daxwaza sereke ya ciwanan rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de tê ragirtin e û got: “Em ji bo ku tecrîda ser birêz Ocalan rakin dê li her derê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku ciwanên li Kurdistanê biçin Ewropayê polîtîkayan didin meşandin. Em ê van polîtîkayan teşhîr bikin û hewl bidin ku li dijî van polîtîkayên bêmirov hiştinê bibin bersiv.”
 
BANGA RÊXISTINBÛNA LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET
 
Vedat Gokler da zanîn ku dixwazin ciwanên Kurdistanî arasteyî jiyaneke riziyayî bikin û ev tişt anî ziman: “Gava me ya sereke dê rêxistinkirina ciwanan be. Zexteke mezin li ser ciwanên Kurdistanê hene. Em li dijî şerê taybet ê li hemberî me tê meşandin, bang li hemû ciwanan dikin ku bila werin em rêxistin bikin.”
 
‘EM Ê GIRÊDANA HIŞBIRÊ XELAS BIKIN’
 
Enes Rakim da zanîn ku li Rihayê pirsgirêka herî mezin a ciwanan girêdana hişbirê ye û bi bîr xist ku temenê bikaranîna hişbirê ketiye 9 saliyê. Rakim kampanyaya Meclisa Ciwana a 5’ê Tebaxê ya bi dirûşma “Li dijî şerê taybet, têkoşînek bi heybet” hatiye destpêkirin, bi bîr xist û wiha derbirî: “Di çarçoveya vê kampanyayê de em mal bi mal, tax bi tax geriyan. Me di vê xebatê de tespît kir ku temenê bikarnîna hişbiriyê ketiye 10 salî û herwiha 9 saliyê. Ne tenê temenê bikaranînê, temenê firotinê jî ev e. Em dixwazin xwe bigihînin van ciwanan û polîtîkayên şerê taybet têk bibin. Şerê taybet bi hişbirê, ciwanan nezan dike. Cewhara wan a fikirînê ji dest wan distîne, arasteyî dizî û rizîbûnê dike. Em ê wek Meclisa Ciwanên DEM Partiyê, ciwanan ji girêdana hişbirê û polîtîkayên şerê taybet rizgar bikin.”
 
Rakim destnîşan kir ku ew ê di kongreye de pirsgirêk û daxwazên ciwanan bînin ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê wek rêxistinbûyî tev li kongreye bibin. Ez careke din hemû ciwanan vedixwînim kongreyê.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî