Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn

  • ciwan
  • 11:13 24 Kanûn 2023
  • |
img

AMED - Bi hezaran ciwan di kongreya “Vejînek Ciwan” a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin ba hev. Li eywana kongreyê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide. 

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Eywana Dawetan a Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan”  1’emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Ji Kurdistan û Tirkieyê bi hezaran ciwanan di saetên serê sibehê de berê xwe dan eywana kongreyê û kongre dest pê kir. 
 
DIRÛŞMA 'BIJÎ SEROK APO'
 
Li eywana kongreyê pankartên “Bêyî jinan şoreş nabe”, “Me roj dît êdî ji tariyê natirsin”, “Israra di sosyalîzmê de, israra di mirovbûnê de ye”, “Jin, jiyan, azadî", , “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ji jiyana azad re erê, ji koletiyê re na”, “Jinên ciwan tirsa faşîzmê, pêşengên têkoşînê ne”, “Vejîna ciwan a li dijî pişaftin û înkarê” û “Bi ruhê ciwan ber bi şoreşê ve” hatin daliqandin. Di heman demê de pankarta “Dê dawî muhteşem be” li ser dikê hate daliqandin. 
 
 
Bêrîtan Esen ji Stenbolê tevî zarokê xwe yê biçûk hatibû kongreyê û şuruba ji bo zarokê xwe anîbû ji hêla polîsan ve hate desteserkirin. Esen, wiha got: “Ez tevî du zarokên xwe ji Stenbolê ji bo aştiyê hatim vê derê. Ji bo hêviyê hatim. Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin.” 
 
Ciwanên li eywanê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin û xelekên govendê gerandin. Coşa li eywanê û hejmara beşdaran her ku diçe zêdetir dibe.