Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne

  • ciwan
  • 12:46 24 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Di Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de hêrsa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Me serê xwe netewand. Ev bîr, bawerî û îradeye dê tecrîdê bişikîne û faşîzmê hilweşîne.”  
 
1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Eywana Dawetan a Geterler a navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” dest pê kir. Bi hezaran ciwan tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ciwanan pankart vekirin û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dirûşm berz kirin û peyam dan. Ciwanan, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” jî bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan. Di heman demê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” li eywanê olan dan. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, gelek parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li kongreyê bûn. 
 
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî bi hezaran beşdaran bi yekdengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Ji endamên dîwanê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha got: “Em silavên xwe ji bo girtiyên azadiyê, kesên di greva birçîbûnê de ne re dişînin. Me heta niha tu carî serî netewand û dê netewînin. Em ê rêxistiniya xwe mezintir bikin. Em ê bersiva herî xurt li vir bidin kesên hewl didin bi rêya şerê taybet me tune bikin û dê rêxistiniya xwe mezintir bikin.” 
 
'SILAV JI ABDULLAH OCALAN RE’ 
 
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Senem Erîş di kongreyê de axivî û wiha got: “Merhaba ciwanên şoreşger, merhaba ciwanên azadiyê dixwazin, merhaba ciwanên têkoşer. Ez we tevan bi coş û kelecana ciwantiyê silav dikim. Em silavên xwe ji kesên li zindanan bi birçîhiştina bedena xwe berxwedanê mezin dikin; ji dayikên me yên di Nobeta Edaletê de û ji jin û ciwanên li kampûs û kolanan li ber xwe didin re dişînin. Silav ji ciwanên welatparêz re, ji kesên ji bo  pêşeroja azad li ber xwe didin, silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re.” 
 
‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM BI ÎNAD LI VIR IN’ 
 
Erîş, diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî ew kongreya xwe li dar dixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî hemû polîtîkayên şerê taybet jî em li vir in. Li dijî faşîzmê, em bi înad li vir in û têdikoşin. Têkoşîna me di pêvajoyeke girîng û dîrokî de ye û ya ku vê pêvajoyê bi qedr û qîmet dixe jî grevên birçîbûnê ku rêhevalên me yên li zindanan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah tê meşandin û bandorê li hemû gelên cîhanê dike, dane destpêkirin. Têgeha tecrîdê îro li Girtîgeha Girava Îmraliyê her ku diçe bêhtir tê kûrkirin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê tecrîda mutleq û îşkenceya psîkolojîk ji her demê bêhtir ferz dike. Ev tecrîda li ser Rêbertiyê, berhema kesên ji hêza agir ditirsin e. Lewre dizanin ku ciwan û jin li dora vî fikrî civiyane. Me, îrade û nasnameya xwe di paradîgma û felsefeya Rêberê Gelê Kurd de dît. Em tecrîdê bi vî awayî dinirxînin. 
 
Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd ji serî heta binî tê wateya dij-takekesiyê. Rêberê Gelê Kurd, ji serî heta binî tê wateya rêxistin-xwebirêxistinkirinê. Rêberê Gelê Kurd tê wateya sekna ku şerê taybet li dijî wê bêçare mayî. Wê demê ev li vir ji ciwanan dipirsim; Gelo ma dema bicihanîna peywira pêşengtiyê ya ku Rêbertiyê li me girtiye nehatiye? Gelo ev ciwan dê tecrîdê bişikînin? Dê faşîzmê parçe parçe bikin? Li dijî gotinên vala yên weke dawiya têkoşîn, paradîgma û felsefeya wan hat, em bi înad li vir in. Me serî netewand û dê netewînin. Ev kongre, ev coş, ev bawerî û ev îrade dê tecrîdê bişikîne û faşîzmê hilweşîne. Hevalno; vî dîmenî ez gelek kelecan kirim. Baweriya min xurtir kir û me careke din fêm kir ku tu hêz nikarin xwe li hemberî têkoşîna gelê kurd bigire. Ev kongre, gaveke nû û destpêkeke nû ya têkoşîna ciwanan e. Bi vî ruh û baweriyê we tevan silav dikim.” 
 
'YA KU DIKEVE SER MILÊ ME SERKEFTIN E’
 
Ji endamên Meclisa Ciwanan Mehmet Halîs Saykan jî got ku rola sereke ya serdema nû ya ciwanan “parçekirina tecrîdê” ye. Saykan, wiha domand: “Enerjî û dînamîzma dikare her cureyên zehmetiyan têk bibe. Her tişta ku me ji têkoşînê dûr dixîne, di esasê xwe de ji me diqewime. Şertê sereke ya bihêzbûnê, rêxistinbûn e. Divê em tev li nûnertiya nasnameya ku sînoran nas nake û tiştên ku her kes dibêje mimkin nîne pêk bê pêk tîne bibin. Mîrateya pîroz a ji me re hatiye hiştin em dikarin bi vî awayî bidomînin. Ya ku dikeve ser milê me serkeftin e, serkeftin e.” 
 
Saykan, bal kişand ser tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Tu qîmeta wê nemaye ku li cihê xwe rûnî û bibêjî ‘ez qebûl nakim.’”