Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin

  • ciwan
  • 14:00 24 Kanûn 2023
  • |
img
AMED – Rêxistinên ciwanan ên Ewropayê ji bo kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê peyam şandin û wiha gotin: “Em dikarin bi piştevaniya enternasyonal û têkoşîna hevpar bi ser kevin.” 
 
1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Eywana Dawetan a Geterler a navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” hat lidarxistin. Gelek rêxistinên ciwanan ên Ewropayê peyamên bidîmen ji kongreyê re şandin. 
 
KESKÊN GEVEZ ÊN CIWAN: EM BI WE RE NE 
 
Endamên Keskên Gevez ên Ciwan ên Danîmarkayê di peyama xwe de diyar kkirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd. Di peyamê de wiha hat gotin: “Em dizanin bê ka Yekitiya Ewropayê û Rojava ji bo penaberan li dûrî sînorê xwe bigirin çawa bi Erdogan re lihev kirine û wî çawa bi kar tînin. Em dibînin ku Erdogan li dijî gelê kurd zextê dike. Ji Filistînê heta Kurdistan û Ermenistanê, gel li dijî dîktator û olîgarkan li ber xwe didin. Em li gel vî şerê azadiyê yê gelan e.”
 
CIWANÊN ÇEP A ALMAN: EM Ê BI SER KEVIN 
 
Rêxistina Ciwanên Çepa Alman jî got ku dê jinûvesazkirina DEM Partiyê bandorê li hemû cîhanê bike û wiha got: “Di demeke ku rageşî di asta kûrewî de tên jiyîn de em hevgirtina çep, sosyalîst û ciwanan xurt dikin. Her wiha em pêwendiyên xwe yên bi tevgera Azadiyê ya Kurd re jî xurtir dikin. Me hevkariya çîna serdest a alman û tirk di Komkujiya Dêrsimê de dît. Xelk bi gazên jehrî yên almanan hatin qetilkirin. Em dizanin ku rejîma Erdogan ku sondxwariye li her deverê kurdan tune bike, tankên Leoparê yên almanan jî bi kar tîne. Em dibînin ku têkoşîn girêdayî hev in. Ji bilî cîhana ku em ê bi dest bixin tu tiştekî em bikarin winda bikin tune ye. Em ê bi ser kevin.”
 
NORVEÇ: DÊ PIŞTEVANÎ BIDOME 
 
Partiya Ciwan a Sosyalîst a Norweçê jî di peyama xwe de wiha got: “Demekî nêz berê me xebatên xwe yên bi DEM Partiyê re dabûn destpêkirin û dê ev xebat di demên pêş de bidomin. Cîhan di serdemeke zehmet de ye. Kesên mîna Erdogan bêhtir bihêz dibin û pir kêm bi mafên mirovan û qanûnên navneteweyî dikin. Di demekî nêz de me dît ku Erdogan xelkê sivîl ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike û bi çekên kîmyewî qetil dike. Her wiha Erdogan hewl dide HDP’ê bigire û siyasetmedar xistine girtîgehê. Di rewşeke wiha de em ê keyfxweş bibin ku li gel we têbikoşin. Hefteyên berê me têkildarî rapora CPT’yê ya derheqê Abdullah Ocalan de pêşnûmepirs da Parlamentoya Norweçê. Li gel we em jî dixwazin ku CPT rapora xwe eşkere bike. Ji bo ku Parlamentoya Norweçê Rêveberiya Xweser a Rojava nas bike û têkildarî rewşa siyasetmedarên girtî jî em xebatan dikin. Di rewşekî wiha de pêşketinên li Rojava bo min dibin hêvî. Bi saya jinên kurd îro li çar aliyên cîhanê em dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz dikin. Di rewşeke ku hêza pêşengên otorîter ewqas zêde dibe de hebûna we ciwanên DEM Partiyê pir girîng e. Bo me cihê serbilindiyê ye ku li gel we bûne parçeyeke piştevaniya enternasyonal. Dê têkoşîna me ya mil bi mil bidome. Em dikarin bi saya piştevaniya enternasyonal û têkoşîna hevpar bi ser kevin.” 
 
'DÊ SERKEFTIN PÊK BÊ’
 
Peyamên Anakbayan EWropa û Tevgera Fîlîpînê jî wiha ne: “Di rewşeke wiha taybet de em piştevaniya xwe ya bi we re tînin ziman. Hûn ji bo demokrasî, wekhevî û azadiya gel têdikoşin. Hûn hêza xwe ji avakirin û xizmetê digirin û em ji ber serkeftinên we, we pîroz dikin. Em bi vê hêviyê ne ku ev kongre dê bibe biryardariyeke xurt a li dijî faşîzmê û yekitiyê. 
 
Îro hem Tirkiye hem jî Fîlîpîn mercên giran ên krîzê dijîn. Gelên cîhanê ji ber pergala kapîtalîst êşên giran dijîn. Lê ev merc, ji bo teşwîqkirin, birêxistinkirin û xistina nava liv û tevgerê ya gelan a ji bo mafên xwe yên demokratîk, guncav in. Li her du welatan jî li dijî endam û rêxistinên me êrişên faşîzane hene. Endamên me tên girtin, îşkencekirin, tên kuştin û bi ‘terorîstbûnê’ tên sûcdarkirin. Bêguman parvekirina van tecrûbeyan tiştekî rasthatî nîne. Ev yek, berhema rejîmên dîktator û faşîst ên Erdogan û Marcos Duterte ne ku li gel ferz dikin. Lê faşîzma wan, bi awayeke eşkere terorîzm e. Aliyê me û we ya hevpar, berxwedana me ye. Ev faşîst her tim dê serî li terora dewletê bidin. Ji ber ku tirsa wan a herî mezin, gelê li dijî wan radibe serhildanê ye. Rêhevalên me tên kuştin ma dîsa jî em dibin terorîst? Terorîst ew in. Dixwazin me bêdeng bikin lê dê nekarin. Em ê netirsin. Ji Filîpînan heta Tirkiyeyê dê têkoşîna me mezintir bibe. Dê hejmara me zêdetir bbe. Û serkeftin dê pêk bê. Weke Biz Anakbayan Ewropa em ji we re serkeftinê dixwazin. Bijî piştevaniya navneteweyî.”