Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 16:35 24 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Piştî kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya li Amedê herî kêm 30 ciwan bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Piştî kongreyê polîsan êrişî ciwanan kirin û herî kêm 30 ciwan bi lêdanê binçav kirin. Ciwanan di dema binçavkirinê de dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.