Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin

  • ciwan
  • 17:32 24 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Derbarê 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Derbarê 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de lêpirsîn hate destpêkirin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç lêpirsîna hatiye destpêkirin li ser hesaba xwe ya medyaya sanal ragihand. 
 
 Tûnç diyar kir ku bi îdiayên “pesnê sûc û sûcdar daye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Tûnç, wiha got: “Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbaran de lêpirsîna edlî ya pêwîst da destpêkirin û fermana binçavkirinê daye.”