Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin

  • ciwan
  • 10:41 25 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Tê payîn ku 61 kesên ku piştî kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatibûn binçavkirin û karûbarên wan ên îfadeyê qediyan sewqî edliyeyê bên kirin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Vejîneke Ciwan” 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî duh li dar xist. Piştî kongreyê 61 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Karûbarên îfadeyê yê 61 kesan qediya. 
 
Tê payîn ku Hevîn Turk, Roj Turk, Bêrîvan Bayer, Zîlan Yucel, Zozan Polat, Ahmet Demîrel, Yûsûf Yildiz, Mîkaîl Boral, Hamza Akbûlût, Diyar Yarma, Huseyîn Dari, Abîd Çeker, Senem Erîş, Hayriye Fîlîz, Mûsa Boral, Dozvan Başak, Rênas Ekmen, Mahmût Baran, Dogan Bayav, Arjîn Bayav, Alîcan Sogut, Celal Kaplan, Viyan Mûmak, Bunyamîn Dagan, Mahmût Şen, Cîhan Arûtay, Azîz Şahîn, Sînan Sut, Mizgîn Çakir, Yûsûf Demîr, Yakûp Yaman, Dundar Ûsal, Îbrahîm Demîrcan, Kadîr Nebîoglû, Mahsûm Okçû, Diyar Yarmak, Îbrahîm Çetîner, Ayşegul Sakalli, Ersîn Metîn, Ahmet Çoban, Mûstafa Yûrtsûz, Fûrkan Dûrmaz, Mahmût Barût, Eda O., Zafer Akgun, Serdar Eroglû, Serdar Eroglû, Huseyîn Çîçek, Mîhrîban Şarli, Hamze Arici, Hêja Kayan, Berdan Çelîk, Ferdî Erat, Îsmaîl Hakki Tûncer, Reşît Çagli, Ahmet Karan, Azat Aktaş, Mehmet Halît Çetînbaş ên îfadeyên wan qediyan di nava rojê de sewqî edliyeyê bên kirin. 
 
5 ZAROK SEWQÎ EDLIYEYÊ HATIN KIRIN
 
Hate zanîn ku ji zarokan H.A., B.A., M.D.Ç., F.Z. û A.Ç. piştî karûbarên wan ên îfadeyê yên li Şaxa Zarokan qediyan sewqî edliyeyê hatin kirin û karûbarên wan ên edliyeyê berdewam dike. 
 
PIRSÊN JI CIWANAN HATIN PIRSÎN 
 
Li aliyê din hate diyarkirin ku pirsên “Ji kê hîn bûn ku Kongreya Ciwanan a DEM Partiyê dê were lidarxistin, gelo ji nûçeyên li ser hin malperên nûçeyan bihîstine, li ser banga kê tevlibûne, dirûşm berzkirine an na?” hatine pirsîn.