Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê

  • ciwan
  • 10:42 25 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Ciwanên tev li kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bûn diyar kirin ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha gotin: “Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê.” 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” 1’emîn Kongreya Asayî li  dar xist. Tevî hemû hewldanên astengkirinê yên polîsan jî kongre bi tevlibûna bi hezaran ciwanên ji Kurdistan, Tirkiye û welatên weke Almanya, Norveç û hwd. hat lidaxistin. Di kongreyê de peyamên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên giran de tê ragirtin, derketin pêş. 
 
Ciwanên tev li kongreyê bûn, têkildarî kongreyê û polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê di meriyetê de axivîn. 
 
‘BI CIWANÊN RÊXISTINKIRÎ EM DIKARIN TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’
 
Ji ciwanan Ekrem Tunçoglû ku got ji Dîlokê hatiye Amedê û tev li kongreyê bûye û wiha got: “Min xwest bibînim bê ka dê di serdema nû de çi bê kirin û tev li vê pêvajoyê bibim. Şikandina tecrîdê erk û peywira ciwanan e. Ji bo vê jî biryarên kongreyê girîng in. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo erdnîgariya me, ji bo aştiya Rojhilata Navîn jî pêşengekî girîng e. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî bi rêya tecrîdê hewl didin nehêlin pêwendî pê re bên danîn. Ji ber ku li şûna aştiyê, şer hildibijêrin. Yek ji hêmayên girîng ên şikandina vê tecrîdê jî xwebirêxistinkirin e. Em tenê bi ciwanên rêxistinkirî dikarin vê pêk bînin. Di polîtîkayên serdema nû de dê li ser vê gelek bê sekinîn. Em dikarin bi ciwanên rêxistinkirî ber bi Rêberiya azad ve pêş kevin.” 
 
‘ME BI CIWANTÎ DEST PÊ KIR DÊ BI CIWANTÎ BI SER KEVIN’ 
 
Ciwanê bi navê Azad Aktaş jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tev li kongreyê bûye û got ku di serî de ciwan, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû gelên Rojhilata Navîn dike û wiha pê de çû: “Hêj di grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li girtîgehan hatine destpêkirin de windahî çênebûyîn divê çalakî bi serkeftinê tacîdar bibin. Em ji wê li vir in. Em di wê baweriyê de ne ku heke îro dengê Abdullah Ocalan li derve bê bihîstin, dê şerê taybet ê li derve û li girtîgehan di meriyetê de jî bi dawî bibe. Maf, ne bi daxwazkirinê lê bi têkoşînê tê bidestxistin. Ji bo vê jî divê ciwan cewhera xwe bizanin û li gorî şîara birêz Abdullah Ocalan a ‘me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin’ tevbigerin da ku bikarin tecrîdê bişikînin.” 
 
‘HEKE EM BIBIN YEK DÊ DEWLET NEÇAR BIMÎNE GAV BIAVÊJE’ 
 
Zeydan Aslan jî da zanîn ku ji bo tevlibûna kongreyê ji Rojhilat hatiye û anî ziman ku sedema tevlibûna wî ya kongreyê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û zimanê kurdî ye. Aslan, wiha domand: “Divê li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li ser gelê kurd û Îmraliyê têkoşîneke hevpar bê dayîn. Li her çar parçeyên Kurdistanê em her roj tên qetilkirin. Divê em li dijî vê bisekinin û rê nedin polîtîkayên qirêjî yên li ser me tên meşandin. Ji ber ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li ser her çar parçeyên Kurdistanê tê ferzkirin. Heke em li dijî vê bikarin yekitiya xwe ava bikin, dê ne birêz Abdullah ne jî ziman, çand û dîroka me bê tecrîdkirin. Li dijî vê yekê divê her yek ji me cihê lê dimîne nekeve nava xiyaneta li dijî xwişk-birayê xwe û yekitiya xwe ava bike. Ji ber ku xak û xwezaya me tê talankirin û xelkê me tê qetilkirin. Heke em li her çar parçeyan yekitiya xwe ava bikin dê dewlet neçar bimîne ku paşvegavê biavêje.” 
 
‘HEKE CIWAN KÊM BIMÎNIN DÊ CIVAK KÊM BIMÎNE’ 
 
Ji ciwanan Kanîvar Akyal ku ji Mêrdînê tev li kongreyê bûye jî bal kişand ser polîtîkaya şerê taybet ê îktîdar li ser ciwanan dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke ciwan li dijî vê dengê xwe derxînin, dê ev polîtîka vala derkeve. Divê tevahiya gelê me li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin dengê xwe bilind bike. Weke civak niha kêmasiya me ya herî mezin ew e ku em li dijî vê rewşê bi qasî tê xwestin dengê xwe dernaxin. Divê em li dijî polîtîkayên tecrîdê yên dewletê yên li ser Îmraliyê bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Weke ku birêz Abdullah Ocalan gotibû; ‘Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin.’ Ciwan çiqas kêm bimînin, civak jî ewqas kêm û paşve dimîne. Lewma divê ciwanên me dengê xwe bilind bikin.” 
 
‘EM Ê TECRÎD Û ZEXTAN TÊK BIBIN’
 
Mahmût Açikkale jî ji Wanê tev li kongreyê bûbû û got ku tecrîda li Îmraliyê tenê bi pêşengtiya ciwanan dikare were têkbirin û axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar hewl dide bi rêya polîtîkayên tecrîdê gelê kurd bêzar bike. Divê em vê polîtîkaya tecrîdê têk bibin. Ji bo vê jî divê meclisên me yên ciwanan li her bajar, navçe û taxan xebatan bimeşînin. Ji ber vê tecrîdê îro bi hezaran ciwan ji welatê me koçî dewletên din dikin. Ji ber ku zexta ‘ya hûn dê bibin yên me an jî dê welêt terk bikin’ tê ferzkirin. Heke ciwanên me li dijî vê xwedî li partî, Rêbertî û gelê xwe derkeve em ê bikarin vê tecrîd û zextê têk bibin.” 
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş