Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin

  • ciwan
  • 13:52 25 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Jinên ciwan ên tev li Kongreya Ciwanan a DEM Partiyê bûn, diyar kirin ku dê rê nedin polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û wiha got: “Em dikarin polîtîkayên şerê taybet encax bi rêxistinbûna di bin banê DEM Partiyê de pûç bikin.” 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh bi tevlibûna hezaran ciwanan 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Amedê li dar xist. Ciwanên ku tev li kongreyê bûn, di serî de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî polîtîkayên şerê taybet û bişaftinê yên li Kurdistanê daxwazên xwe qêriyan.  
 
Jinên ciwan ên tev li kongreyê bûn, anîn ziman ku dê bi rêxistinbûneke xurt bibin bersiva polîtîkayên şerê taybet. 
 
‘BI ŞERÊ TAYBET NEXAPIN’ 
 
Bêrîvan Kocaoglû anî ziman ku bi kongreya xwe ji polîtîkayên şerê taybet re bûn bersiv û wiha got: “Dewlet van polîtîkayên xwe yên şerê taybet û qirêj ewilî bi ser jinên ciwan û hevalên ciwan bi rê ve dibe. Dizanin ku ciwan stûna partiyê û gelê Kurdistanê ne. Bi vê kombûna xwe em ji dewletê re bersiveke mezin didin. Ciwanên kurd, polîtîkayên bi vî awayî qebûl nakin û li dijî wan derdikevin. Em ji tiryak û fihûşa ku ketiye tax û malên me re dibêjin ‘na’. Peyama min a ji ciwan û jinên kurd re ew e ku bi van polîtîkayan nexapin. Bila xwe û pêşeroja xwe biparêzin. Bila li dîroka xwe binêrin û dîroka xwe biparêzin. Bila serî li ber dewletê netewînin.”
 
 
Kocaoglû, bal kişand ku di encama polîtîkayên şerê taybet de gelek jin hatine qetilkirin û windakirin û wiha berdewam kir: “Gelek hevalên me yên jin hatin qetilkirin, em nagihin hinek ji wan. Weke Gulistan Dokûyê. Esas tişta ku dewlet dike ev e. Dixwazin li ser jinan derbeyê li gelê kurd bidin. Li her derê cîhanê bi ser jinan polîtîkayên tecrîd, zext, binçavkirin, tacîz, tecawiz û her cure polîtîka tên meşandin. Em ê her tim jî li dijî faşîzm, zext, tacîz û tecawiza li ser jinan li ser piyan bisekinin û bibin bersiv.”
 
‘EM DIKARIN BI RÊXISTINBÛNÊ VAN POLÎTÎKAYAN PÛÇ BIKIN’ 
 
Lorîn Aryen Tûrgût a li dijî polîtîkayên şerê taybet bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê, diyar kir ku bi taybetî 9-10 sal in polîtîkayên şerê taybet ên cidî li Kurdistanê tên meşandin û wiha got: “Yên ji vê yekê herî zêde bi bandor dibin jî jinên ciwan ên kurd in. Têxin nava fihûş û tiryakê. Kesên teşwîqî vî sûcî dikin qet nayên cezakirin. Ez difikirim ku çareseriya vê rêxistibûyîne. Em hem ciwan hej jî weke jinên ciwan dikarin polîtîkayên şerê taybet encax bi rêxistinbûna di bin banê DEM Partiyê de pûç bikin.”
 
‘TÊKOŞÎNA ME DÊ DOM BIKE’ 
 
Hazni Kiliç jî anî ziman ku ji bilî polîtîkayên şerê taybet, polîtîkayên necezakirinê jî tên pêkanîn û wiha got: “Di demên dawî de ji faîlên jinên tên tecawizkirin re polîtîkayên necezakirinê tên birêvebirin. Em ê tu car rê nedin van polîtîkayên necezakirinê û jinên kurd bi paş ve nehêlin. Em ê destûrê nedin polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên ciwan ên kurd tên kirin. Em ê weke jinên ciwan ên kurd heta ku faîlên di bûyerên Îpek Er û Gulistan Dokûyê de bên darizandin têkoşîna xwe bidomînin.”