Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan

  • ciwan
  • 23:24 20 Adar 2024
  • |
img
ŞIRNEX -Ciwanên Şirnexê bi boneya piştevaniyê ya ji bo namzetên Hevşdaredariyê yên DEM Partiyê yên Şirnexê meşeke bimeşale li dar xistin.
 
Beriya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê, bi sedan ciwanên Şirnexî serdana namzetên Hevşaredariyê yên Şirnexê yên DEM Partiyê Bêrîvan Kûtlû û Tûran Saltan kirin.
 
Piştî fitarê bi sedan ciwan li Qada Cumhuriyetê li hev civiyan û heta buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li Taxa Gazîpaşayê meşiyan û dirûşmên "Şirnex bi we serbilind e", "Hêviya ciwanan Tûran e", "Hêviya ciwanan Bêrîvan e" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Ciwanên ku di tevahiya meşê de çepik û tilîlîyan gotin, bi çirayên ku vêxistin derbasî buroya hilbijartinê bûn.
 
Ciwan li buroya hilbijartinê ji aliyê hevserokên DEM Partiyê yên Şirnexê, namzetên Hevşaredariyê yên Şirnexê Bêrîvan Kûtlû û Tuûran Saltan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez û Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê  Hasan Ozguneş ve hatin pêşwazîkirin.
 
‘HILBIJARTIN DI NAVBERA DESTHILATA AKP’YÊ Û GELÊ KURD DE YE’
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Şirnexê Tûran Saltan, xîtabî ciwanan kir û got: “Ev hilbijartin ne tenê hilbijartina me û Mehmet Yarka ye. Ev hilbijartin hilbijartina di navbera gelê Kurd û hikûmeta AKP’ê de ye. Pêwîst e her kes vê yekê bizanibe. Ji hilbijartinan re demek kin ma ye. Em ê enge hilbijartinan de li dijî zilm û zordariyê enge xwe bidin. Em ji bo xizmeta vî gelî tên.”
 
‘CIWAN, HÊVIYA GELÊ ME NE’
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kûtlû jî axivî û got: “Hevalên xweşik, ciwanên hêja û ciwanên ku hêviya welatê min in. Ji xwe me di Newrozê de bi ruhê ciwanan serkeftina xwe ya 31’ê Adarê pîroz kir. Em bi we serbilind in. Hûn çavkaniya serbilindiya me ne. Em ê bi we re bi ser bikevin.”
 
Piştî axaftinan ciwan derbasî buroya hilbijartinê bûn. Ciwanan stran gotin û govend gerandin.