Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe

  • ciwan
  • 11:31 24 Adar 2024
  • |
img
STENBOL - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê bi dirûşma “Em li her derê ne” Şahiya Ciwanan li dar bixe. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) dê li Stenbolê bi dirûşma “Em li her derê ne” Şahiya Ciwanan li dar bixe û fitarê bide. 
 
Meclisa Ciwanan got; “Li dijî konsepta tunekirinê ya faşîzmê ku civakê tecrîd dike, em li her derê ne” û banga tevlibûna şahiyê li ciwanên Stenbolê kir. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê û hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Nûray Balik jî dê tev li şahiyê bidin. Şahî dê di 26’ê adarê saet di 19.30’an de li buroya Hhilbijartinê ya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê bê lidarxistin.