Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev

  • ciwan
  • 09:02 25 Adar 2024
  • |
img
ÊLIH - Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiya DEM Partiyê li dar xist de hatin bahev
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Em li her derê ne” şahî lidarxist. Bi hezaran ciwan tev li şahiya li buroya hilbijartinê ya navendî ya DEM Partiyê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li şahiyê bûn. 
 
POSTERÊN OCALAN HATIN VEKIRIN 
 
Li qada ku şahî lê hate lidarxistin pankartên “Hezar silav ji kesên mizginiyê didin re” , “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” , “Ciwan zêde dibin, ber bi şoreşê ve dimeşin” , “Me bi 6 kesan dest pê kir, em gihiştin milyonan” û “Roj bilind dibe Kurdistan azad dibe” hatin daliqandin. Di şahiya ku coş lê zêde bû de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Qeyûm dê biçin gel dê werin” hatin berzkirin. Di şahiyê de her wiha postere Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin. Di vê navberê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. 
 
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Hatîce Tatli ya di şahiyê de axivî, wiha got: “Hûn nikarin me bi kuştinê û avêtina zindanan rawestînin. Em peyhatiyên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Kemal Pîrê bi kenê ber bi mirinê ve çû, Stêrka me ya Sor Alî Çîçek, Hayrî Dûrmûş ê dema ji bo vî gelî ber bi şehadetê ve diçû jî digot ‘Ez deyndarê gelê xwe me’ ne. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk diyar kir ku li dijî êrişên desthilatê ciwan bi awayekî mezin li ber xwe didin. 
 
ELEQEYEKE MEZIN NÎŞANÎ SONUKÊ DAN
 
Namzeta DEM Partiyê Gulistan Sonuk a li gel dirûşmeyên “Êlih bi te serbilind e” û “Jin jiyan azadî” axaftineke kurt kir, destnîşan kir ku 31’ê Adarê dê bibe “roja serkeftinê”. Sonuk, wiha domand: “Di serî de jinên ciwan hezar silav ji kesên li dijî polîtîkayên qirêj ên desthilatê li ber xwe didin re. Dengek jî gelek girîng e. Bila herkes, hevalê xwe, cîranê xwe û xizmê xwe bi rêxistin bike. Bila roja hilbijartinê herkes li bajarê lê dimîne were vê derê û dengê xwe bikarbîne.”
 
Di şahiyê de ciwanan govend gerand û pişt re bi dirûşmeyan meşeke girseyî hate kirin.