Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê

  • ciwan
  • 23:30 27 Adar 2024
  • |
img
AGIRÎ – Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Agiriyê di "Şahiya Ciwanan" ya li dar xist de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û peyama şikandina tecrîdê da. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî), li navendê li eywana dewetekê “şahiya ciwanan” li dar xist. Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê, namzetên hevşaredar, Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê, bi sedan welatî û ciwan tevlî şahiyê bûn. Di eywanê de pankarta “Me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî bi ser kevin” hat daliqandin. Her wiha girse tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK Gel e, Gel li vir e” û “Şehît Namirin” berz kir. Ji bo di têkoşînê de kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre sînevîzyona têkoşîna kurd a ji 1978’an vir ve hat nîşandan. 
 
Piştre li vê derê namzeta hevseroka şaredariya Agiriyê Hazal Aras axivî û wiha got: “Em ji ber ku bi ciwanan re ne kelecanek mezin dijîn. Di dîrokê de ciwan bûne xwedî hêza guhertin û veguhertina civakê. Îro jî heman tiştî dijîn. Ji hilbijartinê re demekê kurt ma. Em di serdemeke hilbijartinê ya neheq re derbas dibin. Ev du mehin xebatên hilbijartinê dimeşînin. Lê hêza ku em pê re rû bi rû ne, serî li xapandin û derewan dide. Hevalên me yên ciwan di vê pêvajoyê de kedek mezin dan. Divê ji niha û pê ve hevalên me yên ciwan berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em dixwazin hevalên me yên ciwan hewl bidin ku hemû nasên xwe razî bikin. Bila berpirsyariya sindoqan bigirin. Ev hilbijartin hilbijartina hebûn û tûnebûnê ye. Ji bo vê jî em dixwazin her yek ji me berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne.” 
 
'DEM DEMA SERKEFTINÊ YE'
 
Namzetê hevserokê şaredaraiya Agiriyê Mehmet Akkûş jî diyar kir dem dema serkeftina gelê Kurd e û wiha domand: “Ji hilbijartinê re 3 roj maye. Em jî naranekevin bila ciwan jî ranekevin.Em vê bajarê ji talankerean û dizan xilas bikin. Dem dema serkeftina gelê Kurd e.”
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM partiyê ya Agiriyê Suleyman Cûşa jî bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ku girtîgehan de destpê kiriye û hemû girtiyên girtîhan slav kir. Piştre helbest xwend.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.