Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin

  • ciwan
  • 09:18 30 Adar 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di pêşengtiya xwendekarên Zanîngeha Artûklûyê de Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê damezrandina xwe ragihand. 
 
Li Mêrdînê, xwendekarên di pêşengtiya xwendekarên Zanîngeha Artûklûyê de hatin bahev, bi daxuyaniyeke nivîskî Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê ragihandin û bang li hemû xwendekaran kirin ku bi hev re bimeşin. 
 
Di daxuyaniya ku bi serenavê “Em kî ne” hate kirin de, qala perçekirina erdnîgariya Kurdistanê û qirkirina li dijî gelê kurd hate kirin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku li dijî gelê kurd bi sedan salane di serî de polîtîkayên bişaftinê, polîtîkayên komkujî û koçkirinê tên meşand.
 
‘EM Ê CIVAKA AZAD AVA BIKIN’ 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku niha polîtîkayên îmhakirina gelê kurd bi êrişên li dijî ciwanên kurd didome û wiha hate gotin: “Em ê li dijî ciwanên sosret ên zilimgehan afirandine, em ê bi ciwanên rewşenbîr ên Zanîngehan afirandine civaka azad ava bikin. Îro tevî êrîşên qirêj ên psîkolojîk, îdeolojîk û dijwar, em bi mîsyona dewamkirina berxwedana gel û ciwanan a hezar salî tevdigerin. Bi mîrateya ku Şerzan Kûrt, Kenan Mak û Aydin Erdem afirandiye re em ê bi hişmendiya nasnameya xwe ya pêşeng Zanîngehên Azad ava bikin. Weke Yekîtiya Xwendekaran a Mêrdînê em bang li hemû hevrêyên xwe yên xwendekar dikin ku ji bo zanîngehên azad-xweser bi zimanê xwe yê dayikê di vê rêyê de bi hev re bimeşin.”