Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kirin

  • ciwan
  • 08:21 4 Nîsan 2024
  • |
ÊLIH/RIHA - Li Êlih û Rihayê ciwanan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. 
 
Ciwanên ku li navenda Êlihê hatin bahev, bi meşeke ku li dar xistin rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de fîşekên hewayî jî hatin avêtin. 
 
Piştî ku polîsan êrişî ciwanan kir, demekê gengeşiyek derket. Polîsan bi gaza îsotê, ava şid û fîşekên plastîk êrişî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan. 
 
RIHA
 
Li Rihayê jî ciwanan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi fîşekên hewayî pîroz kir. Ciwanên ku li noxteyên cuda yên bajêr hatin bahev, 4’ê Nîsanê bi fîşekên hewayî û dirûşma “Bijî Serok Apo” kirin.