Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e

  • ciwan
  • 09:06 12 Nîsan 2024
  • |

STENBOL -  Xwendekarên ku ji ber krîza aborî û bihabûnê nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku her diçe perwerdeya ew dibînin lewaztir dibe û anîn ziman ku ji xwekuştinên ciwanan desthilat berpirsyar e. 

 
Enflasyon zêde dibe û bihabûn bandora xwe li her qada jiyanê dike. Yek ji derdorên herî zêde ji krîza aborî bandor dibin jî xwendekarên zanîngehê ne. 
 
Zemên li heqê rê, kirê û xwaringehên zanîngehan hatine kirin, debara xwendekaran zehmettir dike. Li gorî Rapora Nirxên Diyarde ya Lijneya Kalîteya Hîndekariya Bilind, milyonek û 957 hezar xwendekar di navbera salên 2018 û 2022’yan de bêyî ku mezun bibin, dest ji zanîngehê berdane. Li gorî raporê xwedekar herî zêde ji ber pirsgirêkên hewînê û aboriyê dest ji zanîngehê ber dididn. 
 
Em têkildarî mijarê bi xwendekarên zanîngehê re axivîn. Xwendekaran anîn ziman ku  berpirsyarê pirsgirêkên aborî desthilata AKP’ê ye. 
 
Ebru Gursoy a beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Kocaeliyê dixwîne û li wargeha KYK'ê dimîne, destnîşan kir ku bursên KYK’yê pir kêm in û ev pere li gorî salên derbasbûyî gelek kêm bûye. Gursoy da danîn ku şert û mercên wargeha ku ew lê dimîne ji hêla paqijiyê ve gelek xirab e wiha got: “Di nava xwarinan de kêzik derdikevin." 
 
‘BERPIRSÊ XWEKUŞTINÊN XWENDEKARAN DESTHILAT E’
 
Gursoy da zanîn ku ew wek ciwan bi zehmetî debara xwe dikin û got ku dema ku ew ji zanîngehê mezin dibin jî gumanên wan hene ku bêkar bîmînin. Gursoy bilêv kir ku tevî ew di zanîngehên herî baş mezun dibin jî, bi pirsgirêka tayînbûnê re rû bir û dimînin û bi bîr xist ku gelek ciwan ji ber van pirsgirêkan arasteyî xwekuştinê dibin. Gursoy diyar ku hem ji xwe kuştinan û hem jî ji polîtîkayên xirab ên perwerdeyê desthilat berpirsyar e. 
 
‘ÇALAKIYÊN MIN ÊN CIVAKÎ NÎN IN’
 
Nazli Dogan a di beşe Teknîsyeniya Dermanfiroşiyê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Stenbolê de dixwîne jî anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî tu çalakiyên wê yên civakî nîn in. Dogan bilêv kir ku ew bi piştgiriya malbata xwe dikare perwerdeya xwe bidomîne û wiha got: “Ez nikarin ji malbata xwe pere bixwazim. Rewşa malbata min jî nebaş e. Di vê hêlê de zextê li ser malbatê avakirin wek derûnî min aciz dike. Ev rewş ne tenê ji bo min derbasdar e. Hevalên me yên li wargehên KYK’ê de dimînin nikarin ava germ peyda bikin’ 
 
‘DESTHILAT 20 SAL IN BERÎKA XWE TIJE DIKE’
 
Xwendekarê beşa Fîsyoterapiyê yê Zanîngeha Rûmeliyê Enes Onurcû destnîşan kir ku ew nekariye alav û amûrên perwerdeyê bistîne û got ji ber rewşa heyî perwerdeya ew dibine lewaz dibe. Onurcû axaftina xwe wiha domand: “Jİ ber nikarin pirtûkên dixwazim bistînim, nikarin perwerdeyeke baş bigirim. Ev rewş jî rê li ber perwerdeyeke lewaz û paşdemayîna dersan vedike.” 
 
Onurcu sozên desthilatê yên ji bo perwerdeyê dabûn bi bîr xist û da zanîn ku desthilat sozên xwe pêk neanî û wiha pê de çû: “Ji ber her tişt gelek biha ye, ez nikarim li derve tiştekî bikim. Ev yek ji bo min pirsgirêkekî mezin e. Ev aborî piştî vê saetê baştir nabe. Ev 20 sal in desthilatek hatiye, berikên xwe tije kirine, hêj jî têr nake.”