Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir

  • ciwan
  • 21:08 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
RIHA - Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dest pê kir. 
 
Tûrnûvaya ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li ser navê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê ku ji 5’ê çileya 2020’an û vir ve tu agahî jê nayên wergirtin, tê lidarxistin dewam dike. Li Rihayê maça ewil a tûrnûvaya ku bi dirûşmeya “Lêxe ciwan di sehayê de ne” starta wê hate dayîn hate kirin. 
 
Maç li sehayeke li Taxa Dîreklî ya navçeya Eyubiye ya Rihayê hate lîstin. Di maça ku tîmên jinan hatin hemberî hev, jinên ku ji tîmên Roj û Mor Barîkatê bi meşaleyan û pankarta “Em pêşengên têkoşînê, dengê Gulistanê ne” ketin sehayê. Di maçê de Mor Barîkatê tîma Rojê 5 û 4 têk bir.