Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan

  • ciwan
  • 23:40 15 Tîrmeh 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Ciwanên Geverê li çar taxan ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê çalakî li dar xistin. 

 
Ciwanên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'yan a li Zindana Amedê çalakî li dar xistin. Ciwanan ji pêşengên PKK'ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku li dijî îşkenceyê rabûn û bedena xwe dan ber rojiya mirinê bi bîr anîn. Ciwanan li taxên Orman, Kişla, Cumhuriyet û Esentepe çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakî û meşên li dar xistin de dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jîyan nabe”, "Silav li gerîla û Zap, Avaşîn û Metîna" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Polîsan xwe negirt û êrişî çalakiyên ciwanan kirin. 
 
Ciwanan jî bi kevir-beran, fişekên hewayî li ber êrişa polîsan rabûn. Çalakiyên ku duh êvarên dest pê kirin, îro jî berdewam kir. Ev du şev in polîs li kuçeyan nasnameyan kontrol dikin û bêserûber guleyan dibarînin.