Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 23:19 22 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Ciwanên ku li perava Mêrsînê ligel stranan govend gerandin û dirûşm berzkirin hatin binçavkirin. 
 
Komeke ciwanan li perava Mêrsînê ligel stranên hatin lêxistin govend gerandin û dirûşm berzkirin û vîdeoya kişandin li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin. Ev parvekirina wan hedef hate nîşandan. Piştî vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê derbarê 11 ciwanên di dîmenê de govendê digerîn de lêpirsîn da destpêkirin û derbarê wan de biryara binçavkirinê da. Piştî biryarê 9 ciwan bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin û hate diyarkirin ku ji ber 2 ciwan ne li malên xwe bûn nehatine binçavkirin.