Di hevdîtina vekirî de nehiştin hevjînên hev li kêleka hev rûnên

  • rojane
  • 09:09 19 Çile 2022
  • |
img

STENBOL - Erkan Ozdaş ku çû hevdîtina hevjîna xwe Cîhan Ozdaş a di Girtîgeha Bunyanê de, diyar kir ku gardiyanan jê re gotiye "Ji ber ku tu hevjînê Cîhanê yî, hûn nikarin li kêleka hev du rûnên." 

Cîhan Ozdaş ku di sala 2018'an de li Stenbolê hat binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, piştî du salên li Girtîgeha Bakirkoyê sewqî Girtîgeha Bunyan a Kayserî ya Jinan hat kirin. Ozdaş ku nêzî 4 sal in girtiye, di 11'ê Çileyê de hevdîtin bi hevjînê xwe Erkan Ozdaş re kir. Cîhan û Erkan Ozdaş di dema hevdîtinê de bi binpêkirinên mafan re rû bi rû man. 
 
Erkan Ozdaş, diyar kir ku di dema hevdîtina vekirî de gardiyanan nehiştiye ew û hevjîna xwe li kêleka hev du rûnên. Ozdaş got: "Gava ez çûm girtîgehê gardiyanan ji min re got, 'Tu hevjînê Cîhanê yî, hûn nikarin li kêleka hev du rûnên.' Ji bo kesên din ên hatibûn girtîgehê jî gotin, 'hûn xwişk û birayên hev in problem tune ye' û destûr dan wan." 
 
Ozdaş, bilêv kir ku wî jî ji gardiyanan re gotiye "Tu hêleke qanûnî ya vê tişta hûn dikin heye? Ger hebe dixwazim bibînim." Ozdaş, anî ziman ku gardiyanan jê re gotiye, "Rayedarekî ku vê biryarê nîşanî te bide tune ye." 
 
Ozdaş, destnîşan kir ku ne tenê ew, kesên din jî bi binpêkirinan re rû bi rû mane û got: "Roja hevdîtin ji bo kesekî ku hatibû xwişka xwe bibîne gotin, 'îro ne roja hevdîtina xwişka te ye' û nehiştin hevdîtinê bi xwişka xwe re bike. Em tim bi van binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî di demên dawî de pir zêde bûne." 
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ
 
Ozdaş, anî ziman ku bi çavekî dijminatiyê li girtiyên kurd tê mêzekirin û got: "Sedema van binpêkirinan, ji ber ku girtiyên me yên siyasî ne. Em hiqûqa dijminatiyê di qanûnên wan de dibînin." 
 
Ozdaş, bang kir ku her kes li dijî van bêhiqûqiyan rabe.