Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 13:48 24 Sibat 2024
  • |
img

ÊLIH - Rojnameger Cengîz Altûn di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu di bîranînê de axivî û wiha got: “Têkoşîna kevneşopiya Çapemeniya Azad dîrokî ye. Ev têkoşîne bûye ronahiya pêşeroja gelê kurd.” 

Rojnameger Cengîz Altûn di 24’ê sibata 1992’yan de li Êlihê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Altûn, di salvegera 22’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Çamlicayê ya navendê hate bibîranîn. 
 
Bîranîn bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) hat lidarxistin û Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, Namzetên Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, malbata Altûn û rojnameger tev li bîranînê bûn. 
 
'BI SAYA ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYÊ..’ 
 
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevserokê DFG’ê Serdan Altan axivî. Altan, got ku rojnameger Altûn ji ber ku polîtîkayên zext û zilmê yên li dijî gelê kurd derdixist holê lewma hedef hate girtin û wiha domand: “Heke çapemeniya kurd gihiştibe asta niha, ev bi saya têkoşîna şehîdên çapemeniyê ye. Cengîz bi rojnamegeriya xwe ve êşa gelê kurd nîşanî cîhanê da û zextên dewletê raxist ber çavan. Lewma hedef hate girtin. Ji hêla kesên nedixwestin rastî derkeve holê ve hedef hate girtin. Bedela wê çi dibe bila bibe Cengîz paşvegav neavêt. Em jî li ser rêya wî ne û em ê pênûsa kevneşopiya Çapemeniya Azad li erdê nehêlin. Em ê di rêya wî de têbikoşin. Em hemû hevalên xwe yên di vê rêyê de şehîd bûne birêz û biminet bi bibîr tînin.” 
 
'JI BO PÊŞEROJÊ BÛNE RONAHÎ’
 
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî destnîşan kir ku Altûn serî li ber gefan netewand û li pey rastiyan ket. Oduncu, wiha domand: “Cengîz li dijî komkujî, girtin û binçavkirinên ku zîhniyeta faşîst hêjayî kurdan dibîne li ber xwe da û di kevneşopiya Çapemeniya Azad de israr kir. Lewma hate qetilkirin. Bi qetilkirina Cengîz re bi hezaran Cengîz gihiyan. Û niha rastiyan dinivîsin. Li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Têkoşîna kevneşopiya Çapemeniya Azad dîrokî ye. Di vê têkoşîna dîrokî de Cengîz xwedî cihekî girîng e. Têkoşîna wan bûye ronahiya pêşeroja gelê kurd.” 
 
DAYIKA ALTÛN: EZ BI KURÊ XWE SERBILIND IM
 
Dayika Altûn, Turkan Altûn jî bi gotina “Rabe Cengîzê min vaye hevalên te hatine” dest bi axaftina kir. Altûn, got ku kurê xwest rastiyan derxîne holê û ji bo ronîkirina komkujiyên li dijî gelê kurd dihatin kirin têkoşiya. Altûn, wiha domand: “Ez bûm şahida kelecana rojnamegeriyê ya Cengîzê xwe. Ne zextan ne jî gefan nekarîn rê li ber lêgerîna wî ya ji bo derxistina rastiyan li holê bigirin. Ez bi wî serbilind im. Niha li vê derê û li gelek deverên din Cengîzên min hene. Û dê her hebin jî.” 
 
Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Altûn û soza domandina têkoşînê dan.