Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket

  • rojane
  • 15:32 16 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hilbijartinê anketekî hate kirin û li gorî anketê CHP bû partiya yekem, AKP jî bû duyem. DEM Partî bi rêjeya ji sedî 10.5 dengan bû partiya sêyemîn. 
 
Turkiye Raporû encamên anketa ku vê mehê kiriye bi aboneyên xwe re parve kir. Di anketê de pirsa “Vê yekşemê hilbijartinê çêbê gelê hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” ji welatiyan hate pirsîn. Li gorî anketê CHP di anketê de bû partiya yekemîn. Di anketê de AKP paş ket bû partiya dûyemîn. Li gorî anketê û bi belavkirina dengên bêbiryar encam wiha ne: 
 
* CHP: ji sedî 35.2
 
* AKP: Ji sedî 29.8
 
* DEM Partî Ji sedî 10.5
 
* MHP: Ji sedî 7.7
 
* YRP: Ji sedî 5.7
 
* Partiya ÎYÎ: Ji sedî 4.0
 
* Partiya Zaferê: Ji sedî 3.4
 
* TÎP: Ji sedî 0.9