Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê

img
DÊRSIM - Di rapora pêzaniyê ya têkildarî kana mermeran ya li Dêrsimê de, hat diyarkirin ku dibe ku zirareke manewî bigihêje navenda baweriyê Ocaxa Dervîş Cemal. 
 
Pêvajoya der barê kana mermeran ku tê xwestin li gundê Dervîş Cemal ê Xozat a Dêrsimê bê avakirin, didome. Şîrketa Metalê Nama Grûpê ji bo çêkirina kana mermeran serî li walîtiyê da. Walîtî, di 28'ê Mijdara 2022'yan de ji bo kana mermeran biryara "pêdivî bi ÇED'ê heye' da. Şîrket, piştî vê serî li Dadgeha Îdare ya Erzinganê da. Dadgeha îstinafê jî biryar da ku li herêmê keşfi bê kirin. Rapora pêzaniyê ya 9'ê Cotmeha 2023'yan hat amadekirin. 
 
Di rapora pêzaniyê de, hat diyarkirin ku cihê kanê nêzî Navenda Çandê ya Dervîş cemal û cemxaneyê ye. Her wiha hat diyarkirin ku wê kana mermeran zirarê bide mêşvanî û sewalvaniya li herêmê. Di raporê de ji bo biryara "ÇED hewce ye" jî hat gotin ku biryar di cî de ye. 
 
Ji xeynî vê di biryarê de hat diyarkirin ku dibe ku kana mermeran zirareke manewî bide navenda baweriyê ya 
 
MA / Mujdat Can