Li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê Meclis TV jî qedexe ye!

  • rojane
  • 09:02 27 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Di rapora ÎHD’ê ya têkildarî binpêkirinên mafên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê hat gotin ku Meclis TV jî hatiye qedexekirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê raporek amade kir. Li girtîgehê 5 girtiyên siyasî hene û di raporê de gelek binpêkirin hatin tespîtkirin. Di raporê de hat gotin ku girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û cih da nêrînên wan. 
 
Girtiyan dan zanîn ku di şert û mercên tecrîdê de tên ragirtin. Girtiyan, got ku rojê tenê saetekê derdixînin hewşa girtîgehê û di serî de werzîş, nikarin ji çalakiyên din sûdê bigirin. 
 
Hat destnîşankirin ku girtî Samî Geylan û Suleyman Yildirim ev nêzî 2 sal in di hucreya yekkesî de di tecrîdê de tên ragirtin. Her wiha hat gotin ku daxwaza wan a derbasbûna odeya girtiyên din nayê qebûlkirin. Di raporê de hat gotin ku tehliyeya Samî Geylan hatiye taloqkirin. 
 
‘MECLIS TV JÎ QEDEXE YE’ 
 
Hat diyarkirin ku girtî bi tu awayî nikarin hev bibînin. Di dema hevdîtinan de tenê 45 deqeyan destûrê didin girtiyan. Her wiha hat daxuyandin ku mafê agahîgirtinê yê girtiyan tê astengkirin. Heta li girtîgehê temaşekirina Meclis TV’yê jî hatiye qedexekirin û daxwaznameyên têkildarî mijarê jî nehatine bersivandin.