Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin

  • rojane
  • 10:01 11 Gulan 2025
  • |
img

MÊRDÎN - Hasan Aşa yek ji girtiyên nexweş e ku rewşa wî giran e. Tehliyeya Aşa ku ji sedî 91 astengdar e, ev 5 sal in bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê û ji ber dozên li pey hev tên vekirin tê taloqkirin.  

Hasan Aşa (57), di sala 2013’an de li navçeya Qoser a Mêrdînê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Aşa ku demek piştre hate berdan, di sala 2015’an de bi heman hincetan dîsa hate girtin û 13 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Aşa, di vê pêvajoyê de sewqî girtîgehên Amed, Erzirom û Enqereyê hate kirin. 
 
Aşa ku niha li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncan a Enqereyê tê ragirtin, ji sedî 91 astengdar e. Di sala 2022'yan de dema înfaza cezayê wî temam bû û diviyabû bihata berdan. Lêbelê, Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya Aşa ji bo 6 mehan taloq kir. Serlêdanên bi daxwaza tehliyekirina Aşa hatin kirin jî tu encam bi xwe re ne anîn. Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Aşta rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da. 
 
TEVÎ KU NEXWEŞIYA WÎ TÊ ZANÎN JÎ DOZ LÊ TÊN VEKIRIN 
 
Tenduristiya Aşa li girtîgehê xerabtir bû. Hefteyê 3 rojan diçe diyalîzê û di vê pêvajoyê de pirsgirêkên derûniyê lê peyda bûn. Ji ber pirsgirêkên di dema diyalîzê de bi gardiyan re jiya, der heqê wî de gelek lêpirsîn û doz hatin vekirin. Heta niha ji ber îdiayên “heqaret li memûran kiriye” û “zirar daye malê cemaweriyê”, 15 dozên cuda lê hatine vekirin. Hinek doz hêj berdewam dikin û di hinekan de jî ceza hate dayin. Di teblîxata dawî ya ji parêzerên Aşa re hatiye şandin de hat destnîşankirin ku dê Aşa di 12’ê Hezîrana 2027’an de bê tehliyekirin. 
 
‘NEXWEŞIYÊN WÎ HATIN PAŞGUHKIRIN’ 
 
Ji parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Erdal Kuzu, destnîşan kir ku rapora miwekîlê wî ya “ji sedî 91 astengdar e” heye lê dîsa jî nayê berdan û got: “Lijneya Îdare û Çavdêriyê bêyî ku nexweşiyên wî esas bigire biryaran dide. Em li bendê bûn ku di sala 2022’yan de bihata berdan lê îro 2025 e. Hêj nehatiye tehliyekirin û wisa xuya dike ku dê niha neyê berdan.” 
 
‘DIVÊ TAVILÊ WERE BERDAN’
 
Kuzu, diyar kir ku Aşa tevî nexweşiyên xwe jî sewqî girtîgehê hatiye kirin û ji malbata xwe dûr hatiye xistin. Kuzu, axaftina xwe wiha qedand: “Gelek dosya dusyayên dubare ne. Dema li girtîgehê bi heman hincetan gelek doz lê hatin vekirin. Heke gotin di cih de be tehliyeya wî heta dawiya emrê xwe hatiye astengkirin. Tevî ku bi nexweşiya wî ya derûnî dizanin jî dozan vedikin û ev yek nîşan dide ku bi zanebûn vê xerabiyê dikin. Dadgeh tevî bi vê nexweşiyê û raporan dizanin jî ceza dane. Dixwazin li hundir bigirin lewma cezayan didin. Divê Aşa ji ber vê nexweşiya xwe were berdan. Bi taybet jî di demeke hevdîtinên dewletê yên bi birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê re gihiştin vê astê de divê girtiyên nexweş ên weke Hasan Aşa bên berdan.” 
 
MA / Ahmet Kanbal