Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Mexmûrê li dijî ambargo û nêzikatiyên keyfî yên hikûmeta Iraqê meş li dar xistin. Gelê Mexmûrê got ku dê li dijî zilmê serî netewînin û çalakiya vegirtina konê dan destpêkirin. 
 
Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçeke din a hikûmeta Iraqê re rû bi rû ye. Ji 10’ê Nîsanê ve Iraq rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nakin.
 
Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser wargehê şandeyek ji Meclîsa Gel a Mexmûrê çûbûn Bexdayê, piştî bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir, di vegerê de hate binçavkirin. Li ser vê yekê danê sibehê xelkê Mexmûrê bi awayekî girseyî li dijî zêdebûna zextên hikûmeta Iraqê yên li ser wargehê dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Berxwedana Mexmûrê” berz kirin.
 
Xelkê Mexmûrê ku heta benda kontrolê ya ku hêzên leşkerên Iraqê kontrol dikin, helwesta raber kirin. Di encama hevdîtinek li ser lingan hate kirin de hate gotin nava çend saetan de şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê ya hatî girtin wê berdin. Li wir daxuyaniyek hate dayîn ku heta şande neyê berdan wê çalakî bidome.
 
DEST BI ÇALAKIYA VEGIRTINA KON KIRIN
 
Li ser vê yekê xelkê Mexmûrê ji bo xwedî derketina li îradeya xwe, li ber benda kontrolê hêzên Iraqê konê çalakiyê vegirtin. Girseya gel li konê çalakiyê, helwest û berxwedana xwe berdewam dike.