BEDLÎS - Ji şêniyên gundê Simosê yê navçey Xîzanê Celalettîn Çakir diyar kir ku cerdevanan dest danîne ser erdê wan û gef li wan xwarine.
Ji şêniyên gundê Simosê yê navçeya Xîzan a Bedlîsê ku di sala 1991’ê de hatibû valakirin, Celalettîn Çakir diyar kir ku cerdevanan dest danîne ser erdên wan ên tapokirî û gefan li wan dixwin. Çakir, diyar kir ku nêzî 20 sal berê li gundê xwe vegeriyane û cerdevanên li mezrayan dijîn hatine gund, li gund ji xwe re mal çêkirine, 4 hezar û 500 metrekareyên erdên wan desteser kirine û tevî hemû serlêdanan jî ev pirsgirêka wan nehatiye çaresekirin.
'BILA JI GUND DERKEVIN’
Çakir, wiha got: “Em di sala 1991’ê de ji gund derketin. 20 sal berê jî vegeriyan. Cerdevan bi darê zorê li gundê me bicih bûne û xanî çêkirine. Nêzî 4 hezar û 500 donimên erdê me hene. Erd û gundê me dagir kirine. Zilmê li me dikin û em çi bikin jî dernakevin. Ji bo derketina wan em hewl didin. Em diçin Bedlîs û Enqereyê. Ji me re dibêjin ‘Ev der a we ye herin lê bicih bibin.’ Lê cerdevan ji gundê me dernakevin. Zilma wan îsal zêdetir bû. Her roj li gund şer derdikeve.”
Çakir, destnîşan kir ku zexta li ser wan her roj zêdetir dibe û got: “Me doz vekir û tevî me doz qezenc kir jî ji gundê me dernakevin. Kadastro du caran hat lê cerdevan û leşkeran pêşiya wan girtin û nehiştin bên gund. Tapoya cerdevanan nîne. Divê dewlet tavilê van kesan ji gund û erdên me yên tapokirî derdxîne. Em naxwazin tu belayek were serê me. Heqaretê li me dikin. Dema em pezê xwe dibin zozanan, pêşiya wan digirin, lê me dixin û miyên me dikujin.”