Mamosteyê Çapemeniya Azad: Kadrî Kaya

img

AMED - Hevalên kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Kaya, di salavegara koça wî de bibîr anîn û gotin: “Ew tenê bi awayeke fîzîkî ji nav me veqetiyaye. Ruh, têkoşîn û mîrateya wî ji me re pêşengiyê dike.” 

 
Kedkarê Çapemeniya Azad ê bi salan Kadrî Kaya (Mamoste), di 29’ê Cotmeha 2018’an de li Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Egeyê dema tedawiya penceşêrê didît, jiyana xwe ji dest da. Kayayê ku li gundê Derslav ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bûbû, bi salan di saziyên perwerdehiyê de wek karmendek xebitî û di 18’ê Nîsana 1999’an de dest bi karê çapemeniyê kir û bû nûnerê rojnameya Ozgur Bakişê yê Amedê. Piştî rojname ji ber tundiyan hat girtin, di rojnameya Yenî Gundem a di 27’ê Gulana 2000’an de dest bi weşanê kiribû, erka xwe domand. Kaya, piştî rojname di 31’ê Adara 2001’an de bi biryara rêveberiyê hate girtin, demekî di rojnameya heftane ya Yedîncî Gundemê de xebitî. 
 
DI DAMEZIRANDINA DÎHA'YÊ DE CIH GIRT
 
Kaya, herî dawî di damezirandina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku di 4’ê Nîsana 2002’yan de bi dirûşma “Ji rastiyan tawîz nayê dayîn” de dest bi xebatê kir. Kaya, di DÎHA’ya ku di 29’ê Cotmeha 20116’an de bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin de 14 salan nûnertî kir û di 19’ê Nîsana 2011’an de di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin û girtin. Kayayê ku piştî 7 mehan hat tehliyekirin, erkên xwe yên çapemeniyê domand û di rêveberiya ajansê de cih girti. Kayayê ku nûner, hesabgêr, teknîker û çavkaniya nûçeyê bû, bi jêhatîbûna xwe bû “Mamosteyê” çapemeniya Kurd.    
 
‘BILA MIRINA MIN DI NAVA XEBATÊ DE BE’
 
Hakki Boltan ê ku ji sala 2005’an heta wefata wî bi Kaya re xebitî, ragihand ku Kaya rexmê nexweşiyê gotibû “Bila mirina min di nava xebatê de be.” Boltan, destnîşan kir ku Kaya ji gelek aliyam ve têdikoşiya û got: “Tu carî saet û roja wî ya xebatê nebû. Bi şev û roj dixebitî. Pir dixebitî. Karê xwe baş dikir. Di dadgehan de helwesta xwe li dijî zilm û tundiyê nîşan da. Em der barê wî de çi bibêjin dê kêm bimîne. Em dixwazin mîrateya wî bidin jiyîn. Di rêxistinbûnê de jî pir baş bû.”
 
 
MAMOSTEYÊ ÇAPEMENIYA AZAD
 
Boltan, rave kir ku Kaya di kevneşopiya Çapemeniya Azad de xwedî cihekî girîng bû û wiha pê de çû: “Rojnamegerî pir perfireh e. Ji navenda nûçeyan heta qadê gelek xebat hene. Kaya, di navendê de bû. Tevî xebatên teknîkê hesabgêrî û gelek xebatên didin li xwe girtibû. Têkiliyên wî yên hevrêtiyê jî baş bûn. Tenê bi awayeke fîzîkî ji nava me veqetiya. Dê ruh, têkoşîn û mîrateya wî her tim ji me ra pêşengiyê bike. Wek Mamosteyê Çapemeniya Azad, rêyek nîşanî me da em ê di wê rê de bimeşin.” 
 
KED Û NIRX
 
Hevalê Kaya yê xebatê nûçegîhanê DÎHA’yê yê wê demê û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Selman Çîçek jî diyar kir ku Kaya ji ber roleke wî yê hînker hebû, di nava Çapemeniya Azad de navê Mamoste lê hatibû kirin û got: "Hemû dema xwe fedayî Çapemeniya Azad kir. Ew tenê ji aliyê ragihandinê ve nêzî Çapemeniya Azad nedibû. Aliyê ked û nirxê ve nêz dibû. Makîneya wênekêşiyê ji bo me hemûyan makîneya wênekêşiyê ye. Lê ji bo wî ne makîneya wênekêşiyê bû. Wî ew makine wek keda şehîdên Çapemeniya Azad didît. Ji me dixwest ku em wiha nêz bibin. Wî ev fêrî me kir. Digel rojnamevaniyê exlaqê çapemeniyê fêrî me kir. Dema ez bi wî re xebitîm, komputerî kir. Min ew komputer baş parast. Ez qîmetdayîna komputer ji Mamoste fêr bûm.” 
 
 
DÊ BIBÎRANÎN BÊ LIDARXISTIN
 
Çîçek, destnîşan kir ku di rêya Kaya de bimeşin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Wî bi hezaran kes perwerde kir. Bi hezaran kes kevneşopiya Çapemeniya Azad didin jiyîn. Em her sal di 29’ê Cotmehê de wî li ser gora wî bibîr tînin. Îsal jî em ê saet di 13.00’an de li Goristana Yenîkoyê wî bibîr bînin. Em hemû hezkiriyen wî û Çapemeniya Azad vedixwînin vê bibîranînê.”