Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin

img

MÛGLA - Karkerê Kurd Emre Ekîncî ku li Bodrumê karê înşaetê dike, bi hinceta “li ser siyasetê axiviye” ji kar hate derxistin. 

Welatiyê bi navê Emre Ekîncî ku ji Amedê bo karê înşaetê çû navçeya Bodrumê ya Mûglayê, ji hêla şîrketa ŞENSA’yê ve bi hinceta “ser siyasetê axiviye” ji kar hate derxistin. Ekîncî, got ku geşedanên li Tirkiyeyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi hevalên xwe re nîqaş kiriye û hevalekî wî yê kar ev axaftin bi formenê şîrketê re parve kiriye. Ekîncî, da zanîn ku li ser vê yekê formenê şîrketê jê re peyam şandiye û bi hinceta “li ser siyasetê axiviye” û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ji kar hatiye derxistin. 
 
Di peyama ji Ekîncî re hatiye şandin wiha ye: “Gavek berê bi Vehbî hoste re axivîm, got ku te ji kar derxînim. Dikarî sibe ewraqên xwe li cem muhasebeyê îmze bikî û biçî. Li gel ku axaftinên siyasî yên di hundirê şantiyeyê de qedexe ne, tu li ser van mijaran axivî. Lewma jî ji kar hatî derxistin. Ji terorê dosyaya te heye, em nikarin bi te re bixebitin.” 
 
GEF LI EKÎNCÎ HAT XWARIN
 
Li ser vê yekê Ekîncî xwest şîrket heqê wî bide û jê re ev peyam hate şandin: “Heke tu hinek din şensê xwe bidî zorê, ez ê SSK’a te jî ji ber sedema xerakirina aramiya cihê kar û propagandaya rêxistinê betal bikim. Dê sicîla te xera bibe û nikarî kar peyda bikî. Ji vir bêdeng derkeve here. Nexwe heke tu şensê xwe bidî zorê, dê xeberê bidim cendirmeyan.”