Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya

  • rojane
  • 09:13 22 Kanûn 2025
  • |
img

ENQERE - Çalakiya nobetê ya malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li dijî Paketa Darazê ya 11’an li Enqereyê daye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya. 

 
Platforma Malbetên li Pey Edaletê ku ji hêla malbatên kesên di erdheja 6’ê Sibata 2023’yan a navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dan pêk tê, li dijî madeya 27’an a Paketa Darazê ya 11’emîn duh li Enqereyê dest bi nobeta edaletê ya ji bo sê rojan kir. Çalakî, li Parka Cemal Sureya ya li Taxa Ayranci ya navçeya Çankayayê hat destpêkirin û di tevahiya şevê de domiya. Malbatan, di çalakiyê de agir hil kirin û çalakiya xwe domandin. 
 
Heke madeya behsa xeberê were qebûlkirin, dê kesên cezayên wan beriya 31’ê Tîrmeha 2023’yan teqez bûbû bên berdan. Malbat jî dixwazin ku ev made were betalkirin an jî divê sûcên erdhejê nekevin ber vê madeyê. 
 
Di roja duyemîn a nobetê de malbat dê bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtinê bikin û piştre nobeta xwe dîsa bidomînin.