Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir

  • rojane
  • 09:01 15 Tîrmeh 2022
  • |

AYDIN - Girtiyê ji Girtîgeha Aydinê derket diyar kir ku ne pêkan e ku Yilmaz Ekîncî xwe kuştibe û got: "Li muşahadeyê dest ji tiştekî ku mirov xwe pê daliqîne berdin, ew pêlava te jî ji te distînin. Ez wisa difikirim ku stuyê wî şikest û wan jî wekî ku xwe kuştibe nîşan dan." 

Girtîgeha Aydinê ya Tîpa E'yê ku di dema Covîd-19'ê de bi binpêkirinên mafan di rojevê de bû, bi mirina biguman a girtiyê 28 salî yilmaz Ekîncî careke din di rojevê de ye. Rêveberiya girtîgehê di 13'ê Çileyê de îdia kiribû ku Ekîncî xwe kuştiye. Lê belê nedayîna dîmenên kamerayên li odeya muşahadeyê dinerin û rapora ku rêvebiriya girtîgehê têkildarî daliqandinê amade kiriye û salixên ji malbatê re hatine ragihandin li hev dernayên. Ev yek jî gumanbariyeke mezin li mirina Ekîncî bar dike. 
 
Dîmenên kamerayan û îfadeyên şahidan gumanên di vî warî de zêdetir kirine. Her wiha girtiyekî ku ji Girtîgeha Aydinê derketiye û ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin têkildarî mirina Ekîncî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji ajansa me re axivî.
 
 
'WEKÎ ÎNTIHARÊ NÎŞAN DANE'
 
Girtî anî ziman ku roja bûyerê axaftina di navbera Yilmaz Ekinci û gardiyanan de bihîstiye û piştî demekê xebera mirina Ekîncî gihaştiye wan. Girtî anî ziman ku baweriya wan bi vê rewşê nayê û got: “Ji ber ku li muşahadeyê cihekî ku karibe xwe pê ve daliqîne tune ye. Li muşahadeyê dest ji tiştekî ku mirov xwe pê daliqîne berdin, ew pêlava te jî ji te distînin. Qeytanên eşofman jî ji meriva distînin. Qethiyen tu nikarî bi xwe re tiştekî jî têxî hundir. Ji ber ku berê jî li wir girtiyekî xwe kuştibû ne pêkan e. Derî metre û nîv e. Lewma ne mimkûn e ku mirov xwe li wir bi darve bike. Gava Yilmaz xwe rast bike qama wî derî derbas dike. Lê tu ancax çoka xwe girêbidî û kesek jî were te bi wir daliqîne. Piştî bûyerê dema ku ez çûm muşahadeyê, ez fikirîm bê ka Yilmaz çawa kiriye. Derî dihat zikê min. Li vir ne mimkûn e ku kesek xwe bikuje. Ez wisa difikirim ku stuyê wî şikest û wan jî wekî ku xwe kuştibe nîşan dan." 
 
Girtî got: “Li vir tişta balkêş ev e; girtiyan di saetên xebatê de naxin muşahadeyê." Sergardiyan an girtiyan qet ji qawîşê dernaxe an jî wan dişîne qawîşek din. Lê Yilmaz bi roj birin muşahadeyê. Ev yek jî li cem me bû cihê fikaran. Êvarî jî ji ber ku mesaî tune ye nikarin karê wî safî bikin û wî têxin qawîşek din. Lewma wan dişînin muşahadeyê. Lê di saetên kar de midûr, dozger û midûriyetên girtîgehê li wir in. Yanî dikarin karên veguhastinê bikin. Di dema mesaiyê de gava şerekî mezin rû bide, an jî tu kulmê li gardiyanan bixî wê çaxê te dişînin muşahadeyê, wekî din na. Lê di meseleya Yilmaz de tiştekî wiha tune bû." 
 
DÎMEN KÊM IN!
 
Girtî ku dîmenên têkildarî mirina Ekîncî temaşe kirin, anî ziman ku dîmen netemam in. Girtî got: “Dîmenên dema wî ji derenceyan derxistine jor û xistine hundir û dîmenên dema pê dihesin miriye tune ne. Dîmenên girîng ew in. Tenê dîmenên dema ku Yilmaz dibin jor hene. Kêmbûna dîmenan tê wateya ku li wî xistine. A rast kî bibin odeya muşahadeyê li wan dixin. Ez jî 4-5 caran çûme odeya muşahadeyê. Bi lêdanê ez xistim hundir. Li muşahadeyê û li hêla ber biq ata jor ve diçe kamera tune ye. Li wir li girtiyan dixin û wekî tu tişt tune be didomînin." 
 
'NE EW KES BÛ KU XWE BIKUJE'
 
Girtî diyar kir ku Yilmaz Ekîncî spora xwe dikir, li xwe miqate bû û got, ne kesekî wisa bû ku xwe daliqîne. Girtî bi domdarî got: “Pir dilgeş bû. Her kesê ku Yilmaz nas dike dibêje Yilmaz ne ew kes bû wiha bike. Ger Yilmaz xwe kuştibe jî, tiliya gardiyanên wê rojê li muşahadeyê bûne tê de heye. Gardiyan divê saetê carekê odeyan kontrol bike. Lê gava te êvarî têxin wir, gardiyan heya serê sibehê li te mêze nakin. Mesela gava ez li wir bûm, min heya serê sibehê li derî xist kes nehat. Herî dawî di hejmariya serê sibehê de hatin." 
 
SIRGÛN Û TAHDE
 
Girtî anî ziman ku piştî mirinê zextên derûnî yên li ser girtiyan zêde bûne û got, girtiyên ku gotin Yilmaz Ekîncî xwe nekuştiye jî sirgûn kirin. Girtî bi lêv kir ku herî dawî gava cezayê hucreyê li girtiyekî hat birîn got, "Hûn ê min jî wekî Yilmaz daliqînin" û wiha axivî: “Roja din ew sirgûnî cihekî din kirin. Birayê wî jî şandin. Girtiyê ku gotibû 'Tiliya we di doza Yilmaz de hebû' jî hat sirgûnkirin. Li girtîgehê li ser vê mijarê zexteke derûnî heye. Zext li me hemûyan kirin. Gelek caran ji min re gotin 'Ji xwe re biaqil be, tu pir diaxivî. Em ê te deynin serê lîsteyê. Serê sibehê gava tu şiyar bibî tu yê bibînî tu li cihekî din î.' Gardiyanan çend caran gef li me xwarin." 
 
QAWÎŞÊN QELEBALIX
 
Girtî diyar kir ku sedema ku Ekîncî bi gardiyanan re diket munaqeşeyê qelebalixiya qawîşan bû û got, li qawîşên 16 kesî 35 kes diman. Girtî anî ziman ku li qawîşan cihê razanê tune bûye û got: “10 kes heta sibehê diman. Serê sibê piştî hejmartinê 10 kes radibûn, yên din radizan. Li qawîşê cihê rûniştinê tune bû. Girtî ji ber vê dixwestin ji qawîşê derkevin. Te nikaribû li qawîşê bigere, televîzyonê temaşe bike û pirtûkê bixwîne. Kapasîteya Girtîgeja Aydinê ya Tîpa E'yê 870 kes bû, lê niha hezar û 302 kes tê de hene." 
 
Girtî diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li hemberî vê rewşê xwedî helwestine keyfî ye û wiha got: “Girtiyan dişandin qawîşên ku rêvebiriyê dixwest. Gava te digot tu nikarî bi kesên li qawîşê re li hev bikî jî digotin, 'hûn ê li hev bikin'. Yilmaz gelek caran daxwazname nivîsand û xwest cihê xwe biguhere. Lê sergardiyan ji xwe re kiribû eks digot, 'Ez ku bixwazim hûn ê li wir bimînin.' Her wiha piştî tevdîrên ji bo pandemiyê hatin betalkirin ji ber qelebalixiyê xwest sewqî girtîgeheke din bê kirin. Lê belê te çi qas doz bikira jî te nedişandin. Rêvebiriyê digot, 'ez ku bixwazim hûn ê biçin wir.' Mesela girtî ji bo biçe girtîgehek nêzî malbata xwe daxwaz dikir wî bişînin Îzmîrê, lê radibûn wî dişandin Afyonê. Hûn li girtîgehê leqayî mirovekî rûken nayên. Berê me werzîş dikir, qada me ya civakî hebû. Niha tiştekî wisa nîn e."
 
Girtî diyar kir ku piştî mirina Ekîncî di rewşa muşahadeyê baştir bûye û got, êdî bêyî rapora tenduristiyê kesî nabin wir. Girtî bilêv kir ku dema saet li dor 23.00’yan gardiyan girtiyan bibin muşahadeyê Serwîsa Lezgîn a 112'an tê girtiyan muayene dike û got: “Piştî nîv saetê jî girtî dibin nexweşxaneya dewletê bê ka tahde lê hatiey kirin an na." Girtî da zanîn ku berê tiştekî bi vî rengî tune bûye û got: "Berê bi lêdanê ew dixistin hundir. Her wiha ew gardiyanên ku min di dîmen de ew dîtin gardiyanên berbiçav bûn, lê piştî lêpirsînê karbidestiya hemûyan hat sînordarkirin. Gardiyanê bi navê Serkan ê di îfadeyê de navê wî derbas dibe jî 2 mehên dawî li bloka me xuya nedikir." 
 
Girtî destnîşan kir ku bi salan e tê girtin û berdan û got, berê di Girtîgeha Tîpa E'yê de girtiyên siyasî jî hebûne. Girtî ku got “Dema ew li wir bûn ev der wekî bihuştê bû" wiha domand: “Dema tîpên F hatin vekirin ez li vir bûm. Heta wê demê gardiyanan nikarîbû heqaretê li girtiyan bike. Bi nazdarî dipeyivîn û baş tevdigeriyan. Dema ku girtiyên siyasî ji tîpên E derketin, zextên li ser girtiyan dest pê kir. Wekî mînak, bi gelemperî mafê me heye ku em serî li rêveberiya girtîgehê, dozger û Wezareta Dadê bidin. Lê tu daxwaznameyên te yên ji bo vê nayên bersivandin. Dema min a berdanê hat. Lê wan 3 meh muhlet da ji bo ceribandinê. Ji bo ez vê yekê bi derûnas re nîqaş bikim min daxwaznameyek nivîsand, lê gazî min nekirin. Min ji rêveberiyê re nivîsand, gazî min nekir. Min di wê hefteyê de 10 daxwazname nivîsandin, lê yek ji wan jî nehat bersivandin. Herî dawî min ji dozgerê girtîgehê re nivîsî. Lê daxwaznameya ku hûn ji dozger re dinivîsin ewilî diçe ber destê mudirê 2yan ê girtîgehê. Midûrê 2'yan gazî min kir û tevî 10 gardiyanan got, 'Çî te heye?' Dema min got 'Min ji dozger re nivîsî ne ji we re', got 'Dozger çûye betlaneyê. Lê çî te heye ji me re bibêje.' Pergalek wisa heye. Hûn ji wezaretê re daxwaznameyê dinivîsin, lê ew jî nayê bersivandin." 
 
Girtî da zanîn ku bi pandemiyê re şert û mercên girtîgehan girantir bûne û got, tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Girtî anî ziman ku di dema pandeiyê de testa wan jî nekirine û got: Dibêjin, 'hûn ê di hundir de bimirin.' Herî dawî girtiyê bi navê Îbrahîm Kaplan krîza dil derbas kir. Pêl bûtonê kirine gotine qeyrana dil derbas kiriye. Gardiyan ji dêvla ku gazî 112'an bike tenê avê lê dike. Kaplan di nava lepê gardiyan de miriye û piştî wê bi saetekê ew rakirine nexweşxaneyê. Mesela hevdîtina vekirî kirine nîv saet. Jixwe heya tu ji qawîşê tê cihê hevdîtinê 10 deqe derbas dibe û tenê 20 deqe dimîne ji bo hevdîtinê. Ev yek bandorê li derûniya girtiyan dike. Ger tu li ber vê rabû derbarê te de zabitnameyê çêdikin."
 
MA / Semra Tûran - Tolga Guney

LÊGERÎN

Ji bo 1.011encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin