Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!

  • rojane
  • 10:28 22 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Gelemperiya şêniyên Okmeydaniyê kurd in û ÎBB’ê li Parka Anadoluyê daşir xistin fealiyetê. Lewhayên daşiran bi 8 zimanan hatin amadekirin û kurdî di nav de tune ye. Vê nêzikatiya ÎBB’ê rê li ber nerazîbûnan vekir. 

 
 
Serokatiya Daîreya Park Baxçe û Qadên Şînkahiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) li Parka Anadoluyê ya Okmeydaniyê hinek daşir xist fealiyetê. Gelemperiya şêniyên Okmeydaniyê kurd in û ÎBB’ê ji bo daşirên jin û mêran ji hev cuda bikin, bi 8 zimanan lewha amade kirin. Ji tirkî heta çînî, inglîzî û spanî, gelek ziman hebûn lê kurdî tune bû. Şêniyên taxê jî diyar kirin ku gelemperiya taxê kurd in lê kurî nehatiye nivîsandin û nerazîbûna xwe nîşan dan.  
 
Yek ji şêniyên taxê û rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Beyoglûyê Yûsûf Gulen anî ziman ku wan nerazîbûna xwe nîşan dane û wiha got: “ÎBB kurdan jinedîtî ve tê. Serokê Şaredariya ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû ji hêla kurdan ve hat hilbijartin. Hemû kes vê dizane. Li Okmeydaniyê pir kêm çînî, rûs, mogolî yan jî hemwelatiyên welatên din hene. Lê bi hezaran kurd hene. Li cihekî wiha cih nedan kurdî. Ev nayê qebûlkirin û divê vê xeletiya xwe sererast bikin. We bi zimanê çînî nivîsandiye lê çima bi kurdî nanivîsinin? Qaşo serokê şaredariyê yê partiya muxalîf e. Nabe ku tu weke desthilatdariyê bifikirî.  Xuyaye ku zîhniyet heman zîhniyet e. Ez kurd nînim lê ji bo kurdî têdikoşim. Bi salane kurd li vî welatî bindestin û biçûk hatine dîtin. Zimanê wan hatiye qedexekirin. Lewma em bi gelê kurd re ne.” 
 
PIRGIRÊKEKE PERGALÊ YE 
 
Yek ji şêniyên taxê Şukru Ozman jî anî ziman ku ji ber qedexe û astengkirinan kurdî pêş neketiye û wiha domand: “Ez niha biçim li cihekî navekî bi kurdî binivîsim, dê jê bibin. Ziman, pir girîng e. Divê kurdî di nava jiyana me de hebe. Zimanê me tune kirin, qedexe kirin. Dema em li ser dikanên xwe bi kurdî tiştekî dinivîsin, tên jê dibin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Tu ferq û cudahiya ÎBB’ê ji desthilatdariyê nîne. Heke Îmamoglû sibe bibe serokkomar dê heman tiştan bike. Heta ev rejîm negihere dê ev pirsgirêk xelas nebin.” 
 
‘NEHEQÎ’
 
Şêniya bi navê Hayriye Demîr jî sepana heyî weke “neheqiya li dijî gelê kurd” pênase kir û wiha got: “Mîna her kesî em jî dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Divê li ser wan lewhayan bi kurdî jî were nivîsandin. Em jî mafên xwe dixwazin. Em dixwazin ku êdî kurdî di qada cemaweriyê de were bikaranîn. Dixwazin serî bi me bidin tewandin. Niha jî kurdên li Rojava bombebaran dikin. Gelo ma çi heqê wan heye?” 
 
‘EZ Ê JI ÎBB’Ê BIPIRSIM’
 
Welatiyê bi navê Zeynel ku nexwest paşnavê xwe bide jî derheqê mijarê de ev tişt anî ziman: “Ez ê vê rewşê ji IBB’ê bipirsim. Bi vê cihêkariyê re ÎBB xeletiyeke mezin dike. Divê cih bidin kurdî jî. Ma ew jî zarokên vî welatî nînin?”
 
MA / Mehmet Aslan
 

LÊGERÎN

Ji bo 755encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in TÊ NÛKIRIN
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene